Him beriya Referandûma Serbixwebûna Kurdistanê û him ji pişti referandûmê zimaneki gelek kirêt li miqabili serkirdayetiya Kurdistanê tê ye bikaranîn. Bi taybet li diji Serokê Kurdistanê kak Mesut Barzanî ev zimanê kirêt gîhaye asteke bilind. Van derdoran Barzanî ji xwe re kirine armanc
Di vî warî de kîn û nefreta xwe vedirşin
Medyakarên ku sixurê dewleta xwe ne, akademîsyenên ku bûne mirîden desthilatdariya siyasî, pisporên ku li ser sifra dewlemendan ji xwe re li kurtêlan diğerin, canbazên siyasetê, wezir û parlamenterên ku bûne hosteyên dubarekirina gotinên vala, belê, hemûyan deng û helwestên xwe li miqabilî doza Kurdan kirine yek. Li ser dijberiya Kak Mesut dixwazin doza Kurdan pûç bikin. Hemû rêgezên bingehin weke demokrasi, wekhevî, cirantî, exlaq, rêzgirtin, maf û azadî, nirxên olî, makûlbûn, aqil, ûhw hatine jibirkirin.
Koleti bûye azadi, derew bûne rasti, biratî bûyê dijberî, meşruîyet bûyê zorbatî
Vê derdorê zimanekî nû ji xwe re avakiriyê. Ev zimaneki bê wate ye, bê tahm e, zimanekî ku ji naveroka xwe ya civakî û dîrokî hatiyê valakirin. Ev zimaneki pûç û qerpalî ye. Ne gramatika wîna heye, ne mantiq tê de heye û ne jî zanebûn tê de heye. Ev ziman ji bona zirtan hatiye afirandin, zimanekî formalist e û bi tenê alikariya tevliheviye dike. Mirovan dixapîne.
Lê em baş dizanin ku gotinan vala dikevin qulên kewaran!
Ev zimanê zirtan pirsgirekan çareser nake, rê nişanî mirovan nade, mirov bi vî zimanî fahmkorî dibin. Bi vî zimanî mirov dibin koleyên ramanên sexte. Li derdora vî zimanî hemû dagirkerên Kurdistanê bi hevdu re ketine nava berberiyeke bêedebiyê, quretiye, tewtewetiye. Kî karibe gotinên vingıvala di derbara pirsa kurdan li Rojhilata Navin de bibêje, ew dibin lehengê rojê
Belê, bi rastî ev lehengiyeke miftî belaş e! Ked û xebat tê de tune ye! Eger li dinyayê lehengi wilo hêsanîbana, divabû hemû cewrikên asena bibana pêlewanên lehengiyê li welatê xwe!
Bahwer bikin, fişekên vala berdidin. Hebana xwe vala dikin. Vedirşin. Korfelekî nişan digirin. Ev ziman û helwest wê rojekê li serê dagirkerê welat me jî bibe bobelatek, bibe sosretek, bibe birînek, bibe nexweşiyek. Em dizanin ku dewsa birînên guleyan dikewin lê dewsa birîna gotinên kirêt heta bi heta diminin.
Îro ev zimanê zirtan di bazara siyasetê de li Rojhilata Navin bûye xwediyê nirxekî paye bilind! Yên ku ji binî de bi kerî tiştekî nayên dixwazin ku bi vi zimanê zirtan cihekî ji xwe re avabikin, derfêtan ji xwe re çekin û di civatê bibêjim; em ji bûnê zilam!
Ma bi rastî hema zilamti wilo hêsaniyê!?
Mirovên ku doza zilamtiyê bike, divê xwedî rêgez be, divê werek be, divê mirovanti pê re hebe, divê xwedî exlaq be, divê li diji zulme derkeve, mafê kesi binpê neke, dadwer be
Ma hema her tewteweyên ku çend gotinên vingîvala bibêjin, dibin zilam?
Îca miqabilî van tewtewan divê em li zimanê xwe miqatebin. Em tu netewan, tu gelan, tu komikên etnik, cinsî û olî biçûçık nekin. Rêzê ji maf û azadiyan wana re bigirin, zimanê hiletê bi pêş de nebin, çilo be ji emê rojekê li Rojhilata Navin weke ciran bi hevdu re bijîn. Zimanê me bila nebe weke yên ku li dijberi me ne. Zimanê me bila weke doza me be.