Geli xwende vanê jîr û jêhatî şiyar Ez di pirsim “ Nasname” çiya û ji kûderê dest pê dikê? “ Nasname” bi çi tê naskirin, û insan bi çi têne, xwîya kirin? Nasname bi çive girêday ye û çi pêve girêdayî ye, nirxê wê çiqas giran bihay a kengî wê bê kişandin? “wekî ku Cegerxwîn dibêjê kîne em” Girîngiya nasnamê û wateya wê çiye? Li kû derê tê bi karanîn; eku bizanibi n çiqas giran bihaye diyar bikin. Ku giran bihabê emê tev lê bi pirsin ku nirxê wê tunebê jêgerin!
Ey Miletê delal Û hêja “ Wexta ku Miletek “ dixwazê ku xwe jî Bi Netew ulus, Bi Dunya yê bidê naskirin; ku bêjê “ Ez hema û ez Netewekim “ şertu mercê wan Gela çine? Ji bo ku Qewmê Dunya yê wî mileti Miletek Qewmek Netew wan qebûl bi kin çi pêwîste ji van gelare?.. Ev Insanê ku vê Dunya Mezin li xwe leva dikin, û li gorî xwe xêz dikin, parve dikin evana zû bi zû keskî nakin şirîkê xwe. Wisa bi rihetî , evê ku dest hilatdarî di destê wande ye, her kesek xwe Mezin dikê dibêjin “ Em ji Dewrî Qedîmde li vê xakê, li vê heremê, em desthilat darin hemüji derewê mezın ü gurover di kin, temamê mîrateyê “ji Gelê kevnare mana ji xwere dikine mal. Heçi Dîrok Û Nexşi, Qaşa xwe lê dixin di bêjin ev Welatême ê Bav ü kalê meye tiştê ku ma “ Ziman ü Çand “ ewjî heta ku karin di dizin ê ku nema karîbûn, bi dizin jî gom dikin, qedexe dikin, di lewitênin ji bonî ku dilê milet ji wî Ziman û Çanda wan bi xelê jê sar bibin wisa . Li serê mileta dolaba di gerê nin. Ew milet dikevê rewşeke wisa ku nema karibin, Nîjad û Rabirdû yî xwe bêjin nema karin bahsa Wêja xwe , nexşîya ku Bav û Kal û Ejdadê wan lê dijîn, nikarin bêjin, li cîna newêrin û li cîna ji eslê xwe fedî dikin. Ez vê gelek zor û zahmet di bînim wekî ku Insanekî lingê wî qeyd bikê û destê wî , merbet bikê, û devê wî lixab bikî . Di dunya yê de ez ceza ji vî giran tir nabînim.
Ew Miletê bîn dest ew bi xwe di malêde zarokê xwe, di pişaftî nin wî zimanê “Xwe î Piroz” na Axivin a gelek talûke û gelek şerm, ewe ku mere ji eslê xwe fedî bikê, û ji esaleta xwe bi reve, Ev gelek kirête tev Insan in ji cinsekîne lê belê di ser hevdûra Gav bi Gav hene, lê belê ew derencê di serhevre, ewjî insan xwe di gihîn ne wan Asta. “ Haşa Xweda” negotîye bera ev qenc bê û evna pîsbe, Haşa Xweda, vê bê heqîyê nakê Xweda yê Alemê Gotîye ku dudo bi hevdûra rast bin, ê sısiya ezım.
Ez hevalê wan ê sisya me va em dibînin ji bavik kî û Gundekî heta Eşîr û bighe Netewa ku kî yekîtî û civînê wan hebin ew serkeftîne yekîtî tiştek gelek pîroze. Çiqas tiştê bi hevdûra xweşin govend û dîlan û welew şer û cengbê jî pevre Xweşe gelek xweşe . Evê ku her dem bi hedûra dolaba di gerîn in heta ku xwe û miletê xwe di gihîn ne Astê gelek bilind Evana kîne evna jî insan in lê belê ew Insanê ku “ ji Qwmîyetê û ji Çandê û Li erdgerîn fêm dikin û bi nirxê wê jî pir zanin “ Bê çawa mere hij xwedîtîyê dikê Nîjad jî tirhek ji vê darê ye ê ku hij xwedît yê neke ew hij qwmîyeta xwejî nakê ji ber çi ev xwedî tî heya ji ber ku Xwîna mere jeve nîzêkî heve “ qwmiyet jî şaxek ji ê vê Darê ye.
Ez dibêjim ciyê ku mere bi zarokî tî lê mezin bibe mere tucara wî warê xwe ji bîr nakê û çiqas welatê xelkê, ku pêşketîne û bax û gul û gulîtan jî bin, wekî welatê mere sebra mere lê nayê, berdewama dûr û dirêj ku mere hersê dana goşt û şîr û higivîn jî bixwe, û li welatê xwe nanê bi tisî bi xwe, ji wan tametîn kê xelkê xweştire. Ez di bînim wexta ku mere sietekê bi çend kese kere li civata hevdû rûnên basa çand û huner şanogerê xwe û çolû çiya yê xwe Dîrok rabûrî xwe, bikin. Ez di bêjim hêjaye jiyana salekê welatê biyanî .
Niha em ber bi dawya vê mijarê nêz dibin di dest pêkede min got Ji bonî ku em xwe bixin rêza Qewma Ji Vî Gelîra çi pêwîata çi girînge? Niha ezê helwesta xwe bidme xwîya kirin . Ê min li gorî qineta min, bê xwendin û bê perwerde, bê rist û bê bahwerî, ti milet ne gihijtin ermanca xwe. Ê helbeta emjî.
Bê xwendin û bê perwerde, bê zanîn bê tedbîr, rêza Mileta gelek dûra. Xebatek kûr û dûr ji mere divê . Gava pêşî koka darê riknê esasî çîye? Ji bo ku ti bêjê ejî merev im, bêjê “ Ez xwedî mafim “ divê ku Zimanekî te hebê . Hebûna Qewma nasnema Mileta Zimane û Çande, miletekî ku li nexşîyekê, bi girsayî hebê divê ku zimanekî wan hebê! Nivîskar û hunermend û helbest vanê wan û şanogerê wan hebin, heta hûn karıbin bêjin em Netewe kin . Wexta ku Nivîskar û helbest van û hunermendê wen tune bin , kultira we nebê Wêja û çanda we tune be , ev tiştê din tev valane! Hûn tilyê xwe bilind bikin qîr û qîr Ev pûçin. Divê ku Zimanê we î dayikê hebê . Lê heya we ji zimanê zik makî tuneye ev “ Nisêbîna” bi nav û deng ku di bêjin cîyê serhildanê ye ka li” Nisêbînê “ çend bi kurdî di nivîsin û di xwûnin . Gelek girînke ku fêrî zimanê xwe î dayîk’ê bibin Em zarokê xwe hîn bikin “Bi kurdî” em di malêde, li kolana, li seyrangeha, li sûka, li her cî û wara em bi wî “Zimanê zikmakî” bi axivin Em vî zimanî bi kar bînin. Wexta ku em tu nirxî nedin vî zimanî ku em bi kar neyê nin hingî gelê biyanî desthilat dar bêhtir sor dibe, qedexe dike, bin pêdikê, heta ku karê winda dikê ku em ji bîr bikin, Ezê mînakê bidme xwîyakirin wexta ku “Mahat gendî “ li pêş berî ingilîsa tekoşîn di meşaand carekê civînek çêkirin “Mahat Gendî” derkete ser dikê kir ku bi axivê bi zimanê dayikê siyasî bi axivê nizanîbû, nehat bîra wî, gelek berxwe ket û gelek acizbû ku kuro van ingilîsan ez kirme meymûn.
Belê birayên delal û hêja hişê me li serê meye em ji xelkêre xwe nekin meymûn. Wexta ku hûn herne welatekî biyanî ji we bi pirsin “ Nîjadê we çîya” Hûnê bêjin em kîne? Bêjin em erebin, lê Ecemin an Tirkin, lê belê em Kurd in. Wexta ku hûn bêjin em Kurd in divê ku hûn bi wî “ Zimanê Kurdî “ zanibin.
Belê Milet ê delal Ezê dawya axaftin ê bînim min gelek dirêj kir û nivîsand Me çiqas kaş û ber war danê jî lê zor û zahmetî, xweşî û rihetî, bi tevayî mifte û Qelem qumande di wî “ Devê we î mûberek deye” bi îrade û xîreta weve girêde yî ye teva jîr û jêhatî şiyarbin şad û bextewar bin.