Evê Qure û bê Aqîlê ji xwe razî kîne ? Ma hûn van nasdikin? Ev bi çi şêweyî ne?
Belê birano ev sûal girane. Ji ber çi girane? Ahmeqê ji xwe razî, ji xwe navê wî lêye î ji xwe raziye, her xwe di ecibênê. Wexta ku însan xwe eciband tu nikarê şîreta lê bikê. Ew her xwe li ser riya rast dibînê; ew di xwazê ku ew şîreta lite bikê! Aqilê wî di serê wîde, cemidye. Wexta ku çele qeşa ket bihar nîne. Ku germ nedê erdê bihar çênebê! Welatê ku her wextî qeşa û cemed bê wekî, sibîrya bihar û çîçek lê çênabin! Ew mîjyê cemidî hêviya jê neke û gazina jî jê neke.
Ê Qure jî ne kêmî cahîl in. Ji ber ku ew Qure ji xwe re çend peyv ji deverna peyde kirne, ji ezber e kirne, her wextî wan peyva bi kar tînê. Boçî heta bi wir zanê; ew çend axaftinê qelew û gurover li ser hev jî nasekinin jî. Lê belê bitre bitrê, pera ye, perê wî hene. Hinek ji van insana, hene ew bi nirxê pera zanin, ewê ku ji pera û pêde tişkî din nizanin ew xatirê wanê Qure digrin, li ber çavê wan mezin in. Her ku we dua kirin bêjin ya Rebî tu hevza me ji Qura û Ahmeqê ji xwe razî bikê!
Bela yê ku mere nema karê, xwe jê xelas bikê kîjane? Wexta ku tu qencîyê bikê dibê xerabî û ku tu xerabiyê bikê, ji xwe xerabî ye. Ev herdu ku ji hev neyêne veqetandin benkê bi gû ewe! Ewê ku qencî û xerabî û rastî û derew dost û dijmin ji hev nasnekir, ahmeqê ji xwe razî ewin. Ewê ku her demî ji xwere jibonî berjewendi ya şiyare lê ji karekî ku arîkariye kê, hevaltîkê re nînin, ew Qure ê bêemel û pîskê bi şeqewat in!
Evê qure û ji xwe razî kîne? Ewê ku nahêlin yekîtî di nav Milet de çêbibê; na hêlin ku milet hevdû tamûl bikê; evana qenc nasbikin! Ev ewê ku li gunda berberî bi hevdûra di kirin û dermalê hevdû di dizîn. Rezê hevdû di birîn, bêndera hevdû di şewitandin! Ewê ku pembûwê hevdû didizîn û sibehê diçûne qereqola, telaqreşî di kirne sitwê hevdûde. Dibûne muxubirê qereqola, ev hîn ewin, birano. Evna hem dizin û hem şêrin tu nukarê sûcê wan bêjê. Ku hin sûcê wan, bêjin ewê xwe li zikê tawanê xin! Dibêjin keko birawo, ez ev fêrisêhanim wexta ku min teyare di firandin, min malik li heft gunda xera dikir û serî li wan di gerandin; Zar û zêç belengaz di bûn wesfê xwejî pê didê !
Evna bûne pisporê fitnê, menfîet û dizyê, dizî çiye? Ku te heqê insan a xwar ev bû dizî! Ne şerte destê xwe têxê berîka insana. Ku te keda însana xwar ev bû dizî ev bû xaîntî. Evê ku bi aferimekê kedî dibûn, Tirka di ku qaçme ûlan mahkûm dibûn. Evê nihajî ev çêlîkê wane . Însanê zane û welat parêz û Mîlet perwer û Kurdewar , perwerdekirî û destûra, zanin hene. Lê mixabin evê wisa gelek kêmin û êku hene jî tiştek di destê wande nîne û evê berjewend çî nahêlin ku dinav civakê de cî bigrin, benêxwe bi ser heve kirne; ji vir û heta bi Ankara û Ewrûpa, ben peve girêdane.
Birano evê bê aqil û qure bahsa adaletê, dikin bahsa aşîtiyê, dikin bahsa demoqrasî, dikin bahsa Kurd û kurdîstan dikin. Kesê ku nizanin ew dibê belkî ev însan gelekî pêşketî ne. Dibê belkî evan dîrokê dinya yê xwendine, dibêjin belkî ev gelekî medenîne, dibê belkî welat parêz û millet perwerin. Lê belê bi qasî zerekê jî di vande ev made û xal di wande nînin û nizanin, ev tişt çinejî! Ji xeynî ew quretî û ew bê aqilî tî ya ji xwe razî başqe tişkî wan tuneye. Lê ji berjewendî re gelek şiyarin Gur û Hirç jî ji bo menfîet şiyarin. Ew başqe mijare .
Me bahsa medenîyetê û Demokrasî û adaletê kir. Ev hersê jev cidwane. Medeniyet yan medenî çiye? Medîne bajare, peyveke Erebîye; yanî Bajarî medenî ye, bajari ye wateya wê eve. Ji ber ku Gelê li hundurwê bajara bi cî û war dibûn, dinava civîn û hevkarî û hev parêde dijîn pêşengehek wan heye. Di dest pêka Îlim û xwendin ê ji bajara dest pê dikê. Qanûn û Adalet dest hilatdarî , Sazûman îdarekirina Gela Mîr li bajara ne. Rêz û edeb perwerde, terbiye, ji bajêr dest pê dikê. Xebat û îlim sinat, teknîk, bazirganî û tevger, dahênan , ji bajara dest pê dikê. Wexta ku însan dinav van tişta re derbasbibê; helbete wê hinek paya xwejî hinekî bistênê.
Ew însanê ku li nava serê çiya bi pezre mezin bûye; belkî bi miha an bi sala carekê tê bajêr, ji bonî hewcedariyeke xwe hate bajêr . Wexta ku çav li wan qesir û qusûra çav li wan tiştê xerîp dikir; di mane şaş. Ew însanê ku di civînade neştexilye, heqê peyvê ne xwestiye, pêş niyarek pêşkêş nekir ye, rexnekik ne kirye û serpêhatî bi serê wî nehatine, dinava Ggelê xwede ne kar û ne xisar, wî nedîtiye. Ew însan wê çawa bibê medenî, bibê bajarî ! Medenî û medeniyet aynî ye. Demokrasî û medenîyet nêzîkî hevin. Lê ji hev cidwane. Demokrasî bi xalna ji medenîyetê xweştire. Medenî hewqas mical û înkanê wê me gotin; lê di navde şeytanî û xapandin bê edaletîjî heye. Lê demokrasî hurîtî heye; tu li gorî xwe çi ji xwere bi ecbênê tu karê wî tiştî bi karbênê.
Di demokrasî de însan karin bi zirin, kes nabêjê çime! Lê tiştne baş jî hene, gelek tiştê berfereh jî hene. Wexta ku berjewendiyê xwezaî, bi tevahî hebin kes nikarê pêşya kesî bibirê. Dolemend nikarê bi rûmeta xwe û bi pera, îşê xwe çêkê û feqîr dahf bidê! Feqîr di civînêde û di çapemenîyê de, di hercihî de, feqîr karê fikrû ramanê xwe bêjin û çap bikin. Adalet çiye? Girêdaya bi desthilatdareve ye. Ew hukumdar ew Qiral çi Qanûn, Zagon a çêbikin li gorî berjewendiya xwe xal bi xal çê dikin. Şiklû şêwe hene Adaleta hineka berferehe gelek Milet jê fêde dibînê. Lê Qanûnê hineka tengin li gorî daçê xwe û gelêxwe tenê çêdikin.
Ew Adaleta ku tuxûbê wê tengbê li gorî hakimyeta xwe çêdikin; di hundurwê wê Adaletê de gelek zulmû zor hene. Însanê xwedî ûjdan û xwedî Adalet jî hene. Wekî Şerwanê Êdil. Dibêjin ( Hz. ömer ) Adaleta xwe ji Şerwanê Êdil girtibû! Xala dawî di xwazim bêjim. Insan pêşî ji insan re çi pêwîste? Çi giringe? Apêşî divê ku insan xwe nasbikê ku insane. Wexta ku tebîetê insaneti yê zanibê Îbadetjî lê ferz dibê û şertê insana çine temama wê bînê cî ! Lê ku xwe nasnekê ku insane; hingî dibê mexlûqek ji van heywanê teba. Hingî kes nikarê hêvya medenîyet ê û adaletê û demokrasî ji wan bikê.
Lê ku xwe nasbikê ku insane pêwîra insana çiye? Axlaqê xweş tebîetê nerm , ku heval û cîran, gundî û karker, bazirgan û oldara, ku vana aciz nekê. Her wextî bi gotin û peyvê xweş ku temamê insana hijjê bikin wê rêz û nirx bidne wan insana. Lê belê birano evê qure û ê ku ahmeqê ji xwe, razî nahêlin ku insanê baş başîtiyê bikin. Ahmeqê ji xwe razî di meyzênê ku di civatêde peyvin gotin wekî ku rizdekê bi ser gund de berjêrkê. Ew rizde bi gindirê werê li nîvê bêrma gund kevê, ew ava lewitî û peşkê wê bi ser çavê gundiya de bi pijiqin, civatê jev beladikin. Peyvê ahmeq ê ji xwe razî wisane! Evê Qure gotinê wan wekî dirêşikê jahrê ne; li kezeba insana dixin.
Welatê ku Qureyê wan û Ahmeq ê ji xwe razî li pirbin; li wî welatî eramî tuneye! Nexasim xeynî van herdû cûra dizê mejî pirin. Dîrokê dinyayê biwxênin diza Împeretorê mezin jev bela kirine! Kê Osmanî xerakir ? Wan dizê Îttîhat ve Terakkî Cemîyetî Osmanî felişandin. Dizê eborê hene û dizê xerakirin û talankirinê hene. Dizê ku Gela tar û mar bikin; êwisa jî hene.
Qirkirna Ermeniya kê ferman da? Îttîhat ve Terakkî Cemîyetî ferman dan. Endamê wê dernekê Mustefa Kemal û Kazim kerebekir, Feyzî çekmek, Telet Paşa, Enver Paşa, Îsmet înûnu, Mehmût Şevket Paşa, ev tevan Endamên Îttîhat ve Terakkî Cemîyetî bûn. Evana mala Kurda û Ermeni yan tevan xerakirin. Gelek bî dizî meçhul û gelek hişkere , wekî Dêrsim, wekî Zîlan
Pirin xelasnabin