Nisêbîn warek dewlemend û bê xwedî

Wexta ku nivîskar rahişte pênûsê divê tirs û xwof pêre tunebê her rastîyê bi nivîsê û xetê rast û bi şan û şeref binivîsê. Helbeta wê nel hesabê hinaka jî bê, lê dawî rastî li ser bingiha rast di rûnê û di sekinê. Bê bûyer çawa qewimî û bi çi şêweyî çêbû û derbas bû divê merev bi wî şêweyî bi nivîsê. Xilto pilto nabê wesfê hina bidê û hina kêm kê nabê. 

 

Nisêbîn’a bê xwedî,  me gelek caran bahsa vê  bê xwedî tîya nisêbînê kirîye û dîsa jî emê bêjin. Helbeta pêwîstî û hewcedarî dikê heta ku em dibêjin.  

 

Ezê li ser rewşa nisêbînê ji pêncî salî û virde binivîsim. Berya pêncî salî yanî berya 1970ê berê xwedîyê Nisêbînê kîbûn û Nisêbîn bi çi karî bû û di çi rewşê de bû?  Xwedîyê Nisêbînê bajarî yê Ereb bûn. Heger hinek wekî mala Kermo zêdegavî dikirin û hinek wek Bahrîkê semsar î qeşmer henek û menekê xwe bi gundîya dikirin ew jî,  ji ber ku gundî bê xwedî bûn! Lê insanê baş jî hebûn wekî Mala Gozê, mala Gelmedî, Mecara, Mongan û Aslanler hebûn.   

 

Belê wî wextî dîsa huzûr edeb û pîvan û mişar û mişwar hebûn. Nisêbîn rengîn bû Nisêbîn li Tirkîye wekî Prîsê bû. Cîyê eborî û bazirganî bû, cîyê geştyar û karwana bû. Bi dûv van dîrokan re ji sala 1970 û pêde Kurd bi ser Nisêbînê de herikîn bi cî û war bûn li Nisêbîna rengîn. Nisêbîn ji destê bajarîya der ket desthilatdarî kete destê Kurmanca de. Beledî ji Ereba sitandin Esnaftî û bazirganî îhale îş û kar tev ji dest bajarîya girtin.  

 

Ev tiştekî baş bû ev ne xerab bû, lê ku bizanîba vî îşî bi edalet û kural û qaîde û camêrî bimeşênin. Lê cahîlbûn nizanîbûn îş bi meşênin ku çav li pera kirin xwe winda kirin, nizanîbûn dûvre sezaya gendelîyê heye jê fê ne dikirin. Gundîkî dimeşîn ji resmîyetê fêm ne dikirin. 

 

Nisêbîn kirne geremol wekî wextê li gunda berberî dizî û xerakirin bahdilandin. Ewan nizanîbûn xizmet û îlim û edebyat û pêşveçûn û ku cî û warê xwe xweş û geş bikin, bikin bax û buhuşt, ku ji Amerîka geştyar werin reklama Nisêbînê bidin.  Ev cî û warê dîrokî, hem bej û hem av çol û çiya bax û bostan rez û dahl ajalîya dorhêlê dewlemendîka gelek xwirt bû, lê mixabin tev xera kirin! Ji ber çi xera kirin? Ji bê xwedîtî xerakirin ev nav çeyê dora Nisêbînê ku hene wekî Kiziltepe, wekî Midyadê, yanî gelek cî hene ku em bêjin bi xwedî bûn diz û nijde vana nikarîbûn xerakin. 

 

Xwedyê Nisêbînê jî hebûn heger lê xwedî derketibane wê xwedî hebana lê mixabin li xwe û nisêbîna xwe nebûne xwedî. Ji ber ku li Nisêbînê nebûne xwedî ti rûmet ji wan re jî nema û ji gelê Nisêbînê re jî  huzûr û rihetî nema.  Xwedyê pêşî ku li Nisêbînê bûbane xwedî kîbûn? Xwedî hebûn lê mixabin pêşî pev ketin xwe bi xwe dijminatîya hevdû kirin ma wê çi li Nisêbînê bibin xwedî? Dest bi xerabûna Nisêbînê kirin… Ku tîşt xera bûn nema zû bi zû çêdibin avabûn zore.  

 

Êdî nesîhet û şîret nema xêr dikin. Dijminatî û zikreşî zêde dibê, kîn û edewat kûr dibê. Nihaka gelê Nisêbînê ê gu temenê wan ji pêncî salî û bi banî de hîn bawerî û edetê Îslamê bi wan re hene. Lê heya wan ji xortê wan nîne ku gelekî ketine riyê xerab ji sedî heştê bûne Atayîst dibêjin Xwedê nîne, însan wekî gîha ê biharê tê hişk dibê diçê!  

 

Ev nivşê niha ez gelek bala wan dikişînim hem li dinyayê û li axîretê herduwan wê bi xesirin, wê bi petixin. Yanî qaşo me go dixwînin wê pêşkevin zane bibin, lê bi şûnde diçin ber bi îlkel bûnê diçin. Gelek berebat bûne tu şerta û qanuna û tu edeta û tu exlaqa qebûl nakin. Îlle xwe diecibênin û gû û rîxê jî jev nasnakin, tarîxê na xwînin.coxrafya nizanin, ji ger û fena bê parin. (SOKRATA) got:  Ê ku tarîxê nexwînê aqilê wan wekî zarokê heft salî dimînê!