Heta ku hebin kevne perest
Ezê her bi nivîsim helbest
Heta azadî bi bê serbest
Xebat herî bi dev û bi dest.
Bûye seqem tevî sir û sar
Me ku kengî werê ew bihar
Ji qula derkevin mişk û mar
Li ser sexma ew meşka lidar.
Li binê kon ew tayij û merş
Ewqasî pez û mîh û ew terş
Ew kalê şaş sipî û rû geş
Dew belaş mast û nîvişkê xweş.
Lê em tev nexwendî û nezan
Ew keda pir hêja ew semyan
Me tev firot belaş û arzan
Em ji hevalan bi şûnde man.
Me bankir van xortê çak û pak
Ku em jî xwe bighê jin civak
Me nerî ku pez col û bê mak
Li sûka rovî dikin waqe waq.
Ewê ku pir lezîn û bezîn
Wekî evîna memo û zîn
Ew di zîndana de tev rizîn
Wan nedî bihar û ne havîn.
Ew hevalên serxet û binxet
Kirin gelekî xebat û ked
Ew pîsikê ahmed û mamed
Tev birin ji xwer kirin rûmet.
Ew şivan û gavan ê feqîr
Li ser Milet bûn paşa û mîr
Ji menfîet re kevan û tîr
Ji civak û dozêr tev gizîr.
Ew rojê tarî û pir xedar
Kes nizanê li kû cî û war
Ku bû bihar ew bi kab û xar
Berî her kesî ew bûn siwar.
Çiqas min got û biland çê nebû
Ev jî bê qudoşi ya mebû
Di civakêd rastî tine bû
Xaîntî xwirt û pir zêdebû.
Min xwe vekişand bi lez û bez
Qad ma ê ku dibê ez ne tu kes
Milet kirin celeb wekî pez
Man bê nobedar ew dahl û rez.
Ewê ku bê dîn û bê îman
Ketin nav miletê bê ziman
Bi celeb ji xwer kirin qurban
Di bêjin tev birane misilman.
Em di bêjin hinekî sebir
Ku werin şêr wê birevin gur
Wê derkevin ew derew û vir
Wê rastî werê cî bê xir û cir.
Ku derketin fêlê pir genî
Hûn binerin ne serî ne binî
Çêkin edaletek medenî
Bêjin dosya derxe ez benî.
Ev hevalê hêja dil bi kul
Heta ku dawî fêm kin ji dil
Wê hasil tevî bighê mûsul
Ji nûde vî barê giran bide mil.