Rovî ku ezê herme Heccê
Ji bo ku Ez bixwim mirîşka Xecê !
Rovî ma berçî nema nêçîr bi dest neket; fikirî ku ez çi bikim ? Ku abaş ezê bibme Şêx!
Şaşek da serê xwe Cibek li xwe kir, tezbîhek sed û yek lib da destê xwe, xwe kire wek sultan hemît.
Ku divê ez peydebikim çend mirîd. Erdoğan jî wekî rovî şaşek daye serê xwe; dibê bariş! Lê ne beliye ka ev bariş bi çi şiklîye ?
Ka ewê me bixapênê an emê wî ser rast bikin. Ewê her şêweyî bi karbînê ji vê bazarê re gelek zanebûn
Pêwîste jêre şerm û tirsjî nîne. Ku di bazara Gelê welatekî de tirs û fedîbûn hebê teqane. Înşaallah dawya me serkevtine.
Emê niha dest bi helbesta Rovî bikin, bi xwênin û temaşe bikin.
Dibê rovîkek hebû gund bi gund digeriya dipirsî û ji gunda gelek di tirsî
Şaşek dabû serê xwe tezbîh danî destê xwe, ku ez herme Heccê, da bixwim mirîşka Xecê.
Giha gundek ava ku segokek li nava,
Dîk û mirîşk diçêrîn û sajî di bin çavanre lê dinerîn,
Giha texma wan, silav kir li serwan, Tezbî hejan û hêztir rijan,
Ku wa birayê mela dîk vaye mirin hat nêzîk, şert ne ewe tu bang bidê,
Wer da em herine mala xwedê, dîk ku birayê rovî min jî wek te Hec divî, Belê tu zilamek lewendî gelek bi hîle û fendî, gelek di tirsim ji te ewle nabim li bextê te. Gelek cara te em xapandin te em xwarin ji hingîve em jî şiyyarin.
Rovî ku ew bûrî çû, xwe karbike were ji nû. Min navê xwe danî hecî mihemet, em bûne birayê hev mû eyed, sûnd dixwim bi zêdan ji wê riyê bûme poşman.
Dîk rabû da pey rovî berê xwe dana tevî. Kewek lê wêdê dixwîne rovî ber çava dibîne, silav kir li ser, tezbîh hejand li ber, kew silav veda rovî berpê çû kew fir da. Rovî ku wa feqî tu çima dibî şeqî, ezim hecî mihemed herçî bom in bûye meded, ne ku tu vedgerînê silavê, wer da em herne tewafê.
Kew got rovî bi şaşik ji te dibim bi şik; rovî rabû girî tezbîh girt û kire du kerî, ku ez bûme guneh kar min tobeye ji wî fêlê par, bi wê Qûrana ku tu dixîne ew her bûrîn çûyîne. Jevre gotin çend galegal kewjî pêre bû heval. Gihane aveke serjêre ordek li ber çem diçêre, silav kir li ser wêjî ku wa bê mêjî, ku bira tu Seyidî li vir çi dikê qey tu xeyidî, tu zûryeta Resûlî hewqas bê ûsûlî, wer da em herne Medînê da tu Cidêxwe bibînê hêvyame bike ji Rebê wî em xwe bavêjin ber dergihê wî, belkî em efû bibin teve ême her gurû gefe.
Ew ordek jî pêre meşî rovî çûyê bi dil xweşî, li wan bû êvar dîtin qulek gurover, têde civîn, tevde ketin nivîn. Rovî ku ez bûme gunehkar lazime bibim nobedar. Nobet li wan girt devê qulê li wan girt; nîvê şevê dibûrî, dîk ji xew rabû dikûrî, dabû banga Xwedê, rovî ku çiye ti didê, bang ewe siharê tu vê şevê dikarê, Mela bike bi Şirîet bi rastî bê şik û bê şibhet. Mela rabû jêre got dil û cergê wî bûne sot. Serê dîk firand di paşya qulêde hiland.
Giha serê siharê kew ji xew rabû dixwîne , hinekî ji Quran û Yasînê . Rovî got ku çiye adet tu Quranê dixwînê xelet, feqa bêje bi rastî ne cîm û lam mîm bi qestî. Feqa çawa kir ji tirsa feqîro xelet kir, serê kewjî firand di paşya qulêde hiland. Ma Seyît û ma rovî ji tirsa Seyît nanivî; rovî ba kir ku wa Seyît, vaya hat Eyîd, ka kitêbê deyne berxwe jiminre bêje aslû pesnê xwe, bêje bi temamî tu Seyît î an tu amî. Seyît ku rovî tu pir şaşî , tu hewqasî dev belaşî, min hebû birakî ji min piçûktir wî aslê min bi xwere bir; belê ya hecyê delal rê bid ez rabim herme mal, ez bênim birakê xwe aslû du şahdê xwe .
Rovî ku her bêne lê pir nemêne, Seyît ku ser çava hecî mala te ava. Seyît rabû bi rêket, ji bask û pera ber bê ket. Li serê çiyê giha yekî nêçîrvan pêre hebûn du tajî yê pehlîwan. Ordekê qir da tajî hir da, da pêşya tajî û di mermilê, heta ku tajî anîn devê qulê. Seyît bakir wa hecyê delal, va ez hatim ji mal, wa hecyê min vaye aslû du şahdêmin. Rovî bîhna tajî kir, ku ne hewceye aslê te pir tazeye. Seyît ku hecyê timle zer, lazime ku tu ji wê qulê werê der. Rovî ku ez sûnd dixwim bi zêdan weke te nîn asilvan. Seyît ku lazime tu werêder , rovî ma bi mefer ji qulê hate der. Tajî çû rovî heta ku ji rovî hat revî, heta roj çû ber ava her devê tajî li nav çava.
Tajî rovî girt û xwar Seyît xelasbû ji nû bar . Seyît çawa siyaset kir hişra rovî rakir. Ev nivîsa Dilciwane gotina Cegerxwîne ne bêjin î dîne.