Seydayê nemir, pir dilovan lê hêjabu
Taceke zêrînbû li ser serê Kurdabû
Li Kurdîstanê sera ser kohn vedabû
Ew îlmê netew rêça wî ji mere mabu
Navêwîna Mola Mustefa Berzanî bû
Teyrê dewletê sêcar serserî danî bû
Bi şan û şeref bû, siwarê hespê sipî bû
Li welat leheng bû, li axret buhuştî bû!
Berzani'ye, ji kurdare riknek dani ye
Bi şûn xwede kedek rêç û rûmet hiştiye
Emerîqa û Çîn navê wî bihîstiye
Aslû pesnê wî xanedaneke Kurdi'ye.
Wexta berê wî kete riya dûr û tarî
Ereb, Faris û Tirk êrîş kir bi neyarî
Ji erdê bahroz, ji asîman berf dibarî
Ew malbat ji şer û ceng narevin tucarî.
Ew ji wan soz û biryarê xwe, qet nehat xwar
Jêr ferq nekir, ha xerîbî ha li cî û war
Li sergom dilêwî li Kurdîstan wek hecar
Nasdikirin kîne dijmin kîne dost û yar.
Ew Mola Mustefa Berzanî gelekî baş
Ewî tucar nedida ser riya çewt û şaş
Fikrû raman ê xwe ne digot, arzan û belaş
Şîyar bû pêşberî Erebê xaîn û dahş.
Berzaniyê nemır, tu nexwe kul û xema
Ew zor û kotekî, ji wan wahşare nema
Xweda zanê, navê Kurda jî wa li cema
Em dixwazin azadî ji bo hemî herema.
Ew Mesûdê tevî cewher, rabû bi giranî
Şopand rêç û rêza bav û kalê Berzanî
Zagonek demokrasî ji kurda re danî
Hem Olî hem demokrat li gor vî zemanî.
Kek Mesûd û Şivan, li Amedê bûn mêvan
Bilind kir ew Ala rengîn Kurd û Kurdîstan
Dinya tev temaşekir, Ereb û Ecem û Tirkan
Em li ser masê bûne xwedî soz û peyman.