Tevgera serhişk û nezana Bixwînin û sûdê jê bigrin!

Evê cahîl bûn wekî kora pîşê wan maye ku bikin dijûn û şora, hevaltiya cahîla gelek zore. Ne fêm dikê û ne dihisênê xwe di ecibênê hevalê xwe bi xwere difetisênê! Bela mere gurbê li serê çîya bê û ne hevalê cahîl û ahmeq û diza bê. Derdê nezana ji sitrana xerabo xerabtir e zimanê wan ji qûna wan lewitîtir e serê wan hişke wekî kevira, êrîş dikin wekî hirç û gur a! Wexta ku mere bixwe nikaribê mere bi tikesî nekarê.  
 
Çend xetê qelemşorî û berhûr bi fethe û kesre ji mere pêwîstin. Gelek giringe ku em serre û binre jî bixwînin ji bo ku em liser masê mafê xwe winda nekin. Divê em hînî rastî û nerastî bibin bo ku em jev vewejêrin, em ji adaletê fêm bikin! Divê ê zane ji nezana bêhtirbin ê bişeref ji ê bê şeref bêhtirbin hingî emê karibin heqê xwe bidest bixin.
Divê ku hinek qanun û madeyê nav netewî jî bizanibin bo ku em zanibin dawa mafê xwe bikin. Lê ku em bixwe mafê xwe bin pê bikin û dawa li xelkê bikin bêjin ka mafê min ev beleçewtîye. Tu mafê xwe nasnakê tu demokrasî fêmnakê bahsa tiştna dikê nizanê ew tişt çine, tu bi destê xwe lingê xwe dişkênê “çima nameşim.
 
Rastî gelek başe lê ku mere ji rastîyê fêmbikê, rastî û xwarî jev vewejêrê çiqas başe. Lê welahî ev însanê wisa gelek kêmin. Gelê dinyayê li ber derfetê xwe veketîne ku îstiklal û berjewendîya bi destxin. Lê mixabin Kurd li berbendî hevdû veketîne ku hevdû bixne xefkê û hevdû pîs bikin, kêfa dijmin werênin ji bo aferimekê ku dijmin bidê wan! Xelk bendî Netew û Erdnîgerîna xwene ku ber fereh bikin, lê ême bendî aferima ne! 
 
Hem cahîlin û hem qurene xwe diecibênin dibêjin, hertişt wekî meye. Wî zimanê kolana di sîyasetê de bikartînin gundîkî Torîkî Çolîkî Bottîkî û Koçerkî didine nav rez û dahlê lem û şaxa pêve nahêlin dûvre lixwe dizîvirin dibêjin, ev çima wiloye lo. Em ji wen re dibêjin, kuro we li pêşya xwe nenerî we çav girtî xwe dinav werkir hûn ketne çalê de ma ev sûcê kêye?
    Gelê dinyayê li ber derfetê xwene wexta ku derfet hat amadene, zanin bê wê çibikin û wê çawa gelê xwe baskî hevde bînin, wê çawa dost û hevalan ji xwer e çêkin. Siyasetmedarê xelkê bi zimanê şîrîn û nerm, bi sîyaseteke kûr û berfereh bi gelê xwere hevpar dikin. Gelê xwe hînî netewî û miletperwerîyê dikin, wan hînî dîrok û nexşî û çanda wan dikin.
 
Lê ême bi wî zimanê hişk ê kolana û heman ji kê aciz bûn dibêjin ha ev xaîne, ha ev sîxwire, ha wê rojê mi wî li filan derê dît ha nizam çawa kir…  Ev ne karê sîyaset û doza netewîye ev Degşûrkî û Hevêrkî’ye. A gelekî girînge ku her pêwîrdarekî her fermandarekî li gorî zanebûn û qabîlyet û rastîya wan pêwîrdar bikin. Tu boyaxcî bixê cîyê dermansazîyê de, bijîjkçî bixê cîyê mittehîtê înşaatê wê çawabê? Wê dermanê xelet bidê wan, wê ew nexweş tevan bimrin û ew dîwar jî, wê tevan bihêrivin. Divê ku qelema me ji a dijmin tûjtir bê cesaret û sebra me ji a dijmin bêhtir bê,divê bahwerîkek hebê û ew bahwerî jî rastîyekê bibînê. Ku rastîyek nebê bahwerî narûnê û yekîtî çênabê.
 
Lê mixabin xelkê Kurd dûrî van tişta ne. Yanî evê bi rêxistin in û qaşo siyasetê dikin, wekî ku kevira li bin çengê mere dixin tiştê beleçewtî sere dixwînin kes binre naxwînê. Gefa li gelê xwe dixwin, gelê xwe çav tirsandî dikin, dikin ku xelkê wan bi ser dijminde direvin. Bi vî kes û karî hûn tişkî bi desd naxin. Ew îlmê pirtûkî bi dest nexistine û qefesa wan nebûye derya ilim zanebûna ku ji goterê xelkê ezber dikin bi kêrî tişkî nayê. Hinek hene bê çiqas tivinga wan berhûre û tivingçî ne xwe di parêzin. Lê hinek hene qelema wan hîn tûjtir û bi hêztire, bi wê qelema xwe avê disekinênin û ba diguherênin aqilê bê aqila tevlî hev dikin, sîyasetmedara dihêline heyîrî nema zanin mafê xwe ji kê bi xwazin! Şûr û tiving heta cîkî dimeşin, lê qelem tucar betal nabê û nawestê heta dinya hebê.