Her wextî Rastîyê bipejirênin rastî pîroze, şerefe, rûmete, serbilindîye, Hêzeke xwirte pênûseke tûje xetê zêrîn dinivîsê, tilya te dixê çavê ê pêşberî te û xaîna rezîl dikê. Derew û pîşîtî a tûndirewa ye, dawî genîtîye pîsîtîye. Fikrû ramanê xwe geremol û xeriqî nehêlin, dîyar û zelal bikin, ji bonî ku hevalê we bawerîya wan li çîbê, karibin ji dil û can bixebitin.
Xwendina te heye çavê te heye û aqilê te heye bixwîne serre û binre ji bo ku xeletî çênebê ducar û sêcar bixîne wateya wê fêm bike, her peyvek tê çi watê û bi çi mijarê ve girêdayîye.
Ev nivîsandin ev pirtûk ev dîrok berhem û qeyd û tomarkirin bo çine?
Bê çiqasî fêrbûna îllim û fêmkirina sîyaset û bûyerên di dinyayê de çiqas zorin lê wilqasî jî hesana. Aqil û fehim heye mantik heye dihatin û çûyîna bûyeran de, ku mere bifikirê û bidê berhev jev veqetênê, emaje û şîrove bikê bihişkere nebidizî biwêrekîtî, binivîse tomar bike û deyne ser masê, bo çî tu ji rastiyê bitirsê rastî bêje çidibê bela bibê mere bimrê jî bela li dinyayê şerefek bimînê û li axîrettê jî ronîbê ne tarîbê.
Gelê Kurd xwe feda dikin ji xelkê re, bi hezara xortê Kurd hatne kuştin ned berjewendîya Kurda deye! Gelê Kurd tevî necahîlin rewşenbîr û zanyar şaîr nivîskar hene, ji sîyaseta dinyayê fêmdikin lê mixabin bêdeng kirine. Wexta tiştê diberjewendîya Kurda de bêjin êrîşa dibine serwan, ê cahîl jî fêm nakin ku arî wan bikin, devê wan meye bentkirî keko.
Ma qey maye ku hema Gelê Kurd bên kuştin û talankirin û koçber bibê, bese lo bese, bes bibne ker û lal, hûn ne ker û lalin hûn xwe dikine kor û ker û lal, ma qey ziman di devê wede tuneye ?
Aqil diserê wede jî heye wekî ê xelkê çavê we jî hene wekî ê xelkê guhê we hene hûn his dikin, bûyerên dinyayê û ê niha û ê bûrî tev hûn dibînîn bê çi diqewimê bi çi şêweyî çi tê serê Kurda, hûn temaşevan dimînin hûn jî şirîkê guneh û bûyerê ne, çima hûn bersivê nadin ? Ev jî şaxek ji îmanê ye ê ku dibînê û deynakê ew jî şirîkê dîktatör.
Birano Peyxember nema têne dinyayê ku wekî Musa li ber Firewn rabin wekî (MÛHEMED s a s) nema radibin li pêşberî Ebûcahîl abdê Qureyşîyan xelaskin ji zulmê. Ew nemane, divê em rabin bersiva van xeltîyan bidin wexta xeletîyên xwe qebûl nekirin û berdewam kirin hingî baş zanibin ku ev ne dilxwazê Kurdane ev dijminê Kurdane, ev bû edûqewmî, wekî van Persê adû Îslam binavê Îslamê fitna nava Îslamê dikin. Ma ka emê Ûmmere kî ji kû bînin, emê Îdrîsî Bîtlîsî ji kû bînin ku pêşya van neyaran bigrin ma kanî? Birano tuneye ew mehkema ku dibakin wa filan kesê kurê filan kes xêrê te hevqasin û gunehê te hevqasin, deftera wan li darî temamê însana dixwînin ê ma ka ew tuna li vir ew tune em çibikin?
Wexta ku di nava mede çîyê îfade û rastîyê tunebê her tişt betale. Divê heqek hebê, zagonek hebê, hudûdek hebê, pîvan hebê heta ku herkes bi hedê xwe bizanibê. Wexta ku mere dirê beqal mere dibêje ka kîlokek birinç bide min beqal radijê bêrika xwe libin birinç dixê diwezinênê ku zêde hat ê zêde divegerênê zêdey kîlokê nadê te, kêşeya wî heye xeletîyê nakê, çima te kîlok xwest li gorî perê xwe an li gor îhtîyaca xwe te xwest li gorî daxaza te da te, ne ew zerar dikê û ne jî tu ji derb dikevê te ew xwest ew da te rastî eve. Em ji gotinê betilîn gîdî yekîtî, ji gotinê betilîn nekevne xefkê neyaran xêr nekir me dua kirin qebûl nebûn me stiran gotin xêr nekir me helbest û şiîr jî nivîsîn me bi dev gotin tesîr li wan nekir. Dermanek heye ku bi wî dermanî qanih bibin lê qeweta me jêre tuneye.
Ne zora me heye û ne jî perê me hene ku em bidne wan tema bibin, ana xwe pîş gelek zorê. Wellahî min axlaq û xwîna gelê Kurd naskirîye lê micalê min tunene . Hem tema ne û hem jî tirsonekin yan kotekî yan jî pera, başqe şîret û nesîhet valane