Xelef

Xwedê, hemû mirov bi xelîfetî şandine ser erdê. Dîrok, ji xelef û seleftîyê pêk tê. Yek jê cîhê xwe diterikîne diçe, yê din tê dikeve şûna wî/wê. Ji berê de rol hene. Kî ji xwe re çi diecibîne azad e. Kê çi rol ji xwe re eciband, ew dibe xelîfê yê berî xwe. Divê mirov an zarokatîya xwe bîne bîra xwe an jî dîroka rastî bixwîne da ku zanibe bê ketîya şûna kê.

 

Qebûlkirina xeleftîyê ne hasan e. Lêgerîn û bêqerarî gelekî wext digire. Heta ku mirov xwe nas dike, emir derbas dike. Lê hin hene xwe zû nas dikin; lewma xeleftîya xwe jî zû qebûl dikin. Xwe naskirin, dîtina behreyan e. Qebûlkirina behreya serdest, mirov serkeft jî dike. Kesê ku li gorî daxwazên demborî û guherbar tevdigerin, zilmê li xwe û li derdora xwe dikin; ya zor tê pêşîya wan; lê kesên ku biryarên guncan didin û xwe terbîye dikin, ya hêsanî tê pêşîya wan.

 

Hemû xelef ji maqama xwe re ne guncan in. lewma ne serkeftin jî. Serokin hene axa welatê xwe berfireh dikin; lê çi fêde zalim in. Xelefin jî hene, text li gorî wan e. Siltanin hene ku tên şûna qeranekî bi aşitî çareserîyê dikin, bi dadê tevdigerin. Çiraq in hene hunera wan ji ya hostêyê wan çêtir e, jin hene ji dîya xwe çêtirin, kur hene ku li bavê xwe zêde dikin. 

 

Xelefê bîrewer, dizane bê çi dike. Selefê wî/wê karê xwe li ku hiştibe ji wir berdewam dike û armanca selef berdewam dike. Çîroka jîyana selef, jê re wesîyeteke giring e. Çiqasî wê armancê pêk bîne ew qasî wê hesretê di xwe de hîs dike. Piştî demekê xwe bi wî rolî re dike yek.

 

Hin kar hene bi sed xelefî xelas nabe. Xelasî ji hin xebatan re nîne; lewra têkoşîna ku tu bi nebaşan re dike her dewam dike. Nebaş jî xelefê nebaşên hineke din in. Xelefin hene jiyana wan bi nixumandina rastîyê derbas dibe. Naxwazin rastîyan bibinin û naxwazin kesî din jî bibînin. Ked û xebata wan bi veşartina rastîyê derbas dibe. Nahêlin ku mirovên din jî bibînin; lê xelefin hene dijberê wan in û dixwazin rastî eşkere bibe.

 

Gelek xelefên zanist, nivîskar û helbestvan; ji ber ku di dema xwe de derfet nedîtine ku xwe pêk bînin an jî armanca xwe bînin cih, nivîs û kitêbên xwe weke sindoqa xezînê ji me re hiştine. Xelef hene ku vê sindoqê hemûkî dikin rêber, xelef hene ji sindoqê dineqînin û dixin jiyana xwe. Xelef heye mîratgirê destxetan e, xelef hey eli ser sindoqa zêran bêpar dimîne.

 

Xelefên rast, ne weke yê qelp in. Bê xebat divê nasnameya selefê mirov ne li ser mirov be. Hin xelef hene ji bo ku tevnegerin di dîrokê de dijin. Xelef hene forsa xwe bi dîroka selefê xwe didin, xelef hene çewtîya dîrokê dubare nakin. Hin jê mîratgir in hin ê mîratxur.

 

Xelefê pirsiyar, kar û xebatên xwe bi awayekî têkûz dike. Dizane ku çi rêç vekir para wî/wê tê de ye. Piştî mirinê kî di wê rêyê de biçe, para xêr û gunehan jî jê re tê nivîsandin. 

 

Gel û ummet jî dibin xelefê hev. Dema kîjan gelî tê, asîmîle dibe û dimre. Carna jî bi erdhejî, lehî û şerên mezin jî diqelin. Gelekî din dikeve şûna wan. Ecelê ummetan jî heye. Umetên ku kêrî Xwedê nayên tinebûna wan ji hebûna wan çêtir e. 

 

Berî ku tu bimire, tu çiqasî xelefê xwe hilbijêrî jî piştî te dibe ku bi hezaran xelefên te derkevin. Dibe ku tu bibe numûneyekî gerdûnî.

 

Di zincîra dolê de bi milyonan gen hene. Ew, yekî ji wan dineqîne û tu tê dinyayê. Hin li bavê xwe tên hin li diya xwe tên hin jî li metikên xwe tên. Hin navê bavê xwe radikin hin navê kalikê xwe; lê tu pesnê Rebbê xwe bide û dînê Wî rake ser xwe.