Dijminê Xwedê

Divê hûn teslîm bibin ne Xwedê. Divê hûn dev ji vî şerê kedxwariyê biqerin ne rêhevalên Resûl.
Dewletên qaşo misilman! Di lîsteya qrediya bizêdekirinê de, li pêşiya dewletên ne misilman xistine. Ango di rêzên pêşî de dewletên ku bi Xwedê û Resûlê wî re şer dikin bêtir misilman tê de dijin. Misilman bêtir bi Xwedê û Resûlê wî re şer dikin! “Navekî mezin li ser gundeki xerabe ye.”
Mêrik; ji bo ku mirov bêtir bi zêdekirin pereyan ji benqeyan bikşînin, rêjeya zêdekirinê(qredî-faîz) dadixe û dibêje em pêşengên misilmanan in, ku ne em bin misilman namînin. Dîn û îmana wî pere ne. Te bi navê Xwedê dixapîne. Çiqasî desthilatdarî di dest de be jê re ewqasî kar e. Ji te re dibêje: “Kara te ji min re, kerema Xwedê ji te re”
Mêrik, dawa îmana wan dike: bi birçitî û feqirtiyê wan ditirsîne. Peyase xerab bûye û perê xwe diparêze, radije ferqa enflasyonê xebero! Mêrik misilmanê derewîn e; lê newêrî bêjî “Ez minafiq im!”
Diçe “Benqeyên Beşdariyê”û perê xwe lê radizîne. Para karê distîne qaşo misilmanê muhafazakar. Di ti bazaran de xerentiya karê nîne, “Kar û xisar birayê hev in”; lê naxwaze bizanibe misilmanê nezan!
Dibêje, ev genim min da te bi 130 î, te da min bi 100 î. Hi ji te re 100 heta şeş mehê din, 130 ê min werîne. Li gorî xwe bazirganiyê dike misilmanê ku hayê wî ji Qur’ana wî nîne. Rastiya xwe û bazirganiya helal dinixumînî, newêrî bêjî: “Ez kafir im!”
Benqe, kelehên qapîtalîzmê ne û pereyan belaş nadin bavê xwe. Benqe, pera bi pereyan difroşe. Ji xwe karê wê ev e. Dijminên Xwedê ew der ji xwe re kirine biryargeh; lê misilmanên bi heneka, di nîvê şerê man û nemanê de, diçin wir û keda xwenî pêşerojê didin dijminê Xwedê.  Bi Xwedê û Resûlê wî re şer dikin misilmanên nasnamê!
Perefiroşên heram, kaxetan çap dikin û bi zêdekirin difroşin. Kedxwarên bêmirês, keda mirovan, bi wan kaxetan diguherin. Sazûmana aboriyê, li ser bawerî û ewlehiyê ava dibe. Tu çawa ji kaxetan bawer dikî; lê tu bawer nakî ku tu bi zêdekirin deyndar bibe, bereket di mala te de namîne. Bi lehiyê, bi erdhejiyê, bi qeze û beleyan ji te diçe; lewra tu bi Xwedê re şer dikî! Tu bi tahba xwe dixesirî. Zanibe ku “Keda helal, dibe mû naqete; keda heram bibe werîs diqete.”
Benqeya Çandiniyê, ji dêvla ku deyneke bêfaîz bide cotkaran, bi zêdekirin pereyan difroşe cotkaran. Bereket nakeve hilberiya cotkarên ku qrediya heram kişandine. Geh teyrok li çandiniyê dikeve geh bahoz wê li ber xwe dibe. “Kara gavan dimîne siwarbûna keran.”
Peyveke rast di peyasê de heye: “Her tişt weke Xwedê ye.” helbet ku tu bi Xwedê û Resûlê wî re şer bikî, divê tu ne li hêviya têkçûyina Xwedê be. Ji Xwedê pêve ti serkeft nînin. Ku tu bawermendê bi rastî ba, wê Xwedê te li hemberî dijminên tenî birastî serkeft kiriba. Lê tu bi xwe, di rêya wî de ne rast î, tu bi xwe dijminê Xwedê yî!
Yê ku deynê perefiroş nediyê, dikarî her tiştî ji wan bistîne. Ew kedxwar, talankarekî beraz e! İncex yekî weke wî dêhn vê dinyayê bi wê dinyayê dide.  Weke ku şeytan xwe gihandiyê radibî, weke ku şeytan bi serê wî lîstiye tevdigere. Ew, deynekî xweş nade bavê xwe. Rehm di dilê wî de nîne. Kes jî jê hez nake. 
Wekî bi ya Qur’anê nake û bi Resûlê Xwedê re cengê dike, naxwe bila hay ji xwe hebe!
Girara xwe li gorî dohnê xwe çê nake misilmanê çav birçî. Xaniyekî mezintir jê re divê, erebeke bihatir jê re divê; lê sebir ji kapîtalîstê rojîgir re navê. Hedana wî nîne divê biçe bal dijminekî Xwedê û axretê bi dinyayê biguhere!
Wekî te dest bi şer kiriye hesabê xwe jî bike!