ÊDÎ QEBÛL BIKE


tu dizanî ku tu dizanî
zanetîya te dîtina te ye;
lê zanibe ku tu li rastîyê neheq î
de êdî şahditîya xwe bîne cih!
bîne cih ku em zanibin
bê tu çi yî !

ku tu hez dikî tu fêm dikî
tu fêm dikî ku tu tê hezkirin
tu ji hezkirinê fêm dikî
êdî vê xelatê qebûl bike
qebûl bike ku em şad bibin
bê bextîyarî çi ye

ku tu dipeyivî mahdê te vedibe
mahdê te bi dîroka rastî xweş dibe
êdî vî gelî qebûl bike
qebûl bike ku em zanibin
ku dew birayê mast e

ku tu jê bazdidî jî tu dikevê yê
ku tu dikevêyê tu tê de dimînî
êdî ji vî hişî koç bike
ji vê azmûnê derbas bike
derbas bike ku em ber xwe bibînin
bê li pêşîyê çi heye

Tu dibînî ku tu diveşêrî
tu diveşêrî jî tu dibînî
tu dibînî ku tu tê veşartin
de êdî vê mirinê qebûl bike!
qebûl bike ku tu nexweşê jîyanê bû
bê ma hêja bû!