Allahı'ım ilimle yücelt bizi

GELÎBAWERMENDAN..di weqté ku hîn qur’an nazil nebibu u xerabiyé ehlé mekkehé bé hed u bé hesab bun,péxemberé xweda,pir pé di westiya u hérs dibu, lewr a bîîr u baweriya muşrîka ku ne li gor tewhîda xweda bu,péxemberé xweda,pir aciz u hérs dikir.li ser vé rewşa xerab, xwedé teala,xelwet, [tenébun] pé xweşkir u îbadeta bi tefekuré di şikefta [hîra yé] de,pé şérîn bu u di weqtikî ku di şikefta [hîrayé]de bu,meleké wehyé[cebraîl ]nazilî serbu u emré wî bi xwendiné kir ku [îqra] péxemberéxweda got,ma ez çi bixwînim cebraîl [a.s][5]ayeté seré sureté[alaq]pé da xwendin,u got;[bi navé xwedayé xweyî [aferîner]ku xaliqe,bixwîne.[2]însan ji[perçek] xwîna hişk[afirandiye]xuluqandiye.[3]bixwîne! Xwedayé te her  xwedyé kerema pir re.[4]ew xwedayé ku bi riya qelemé,însan, perwerde kiriye. [5]însan férî  [hînî] ya ku nizané kiriye..      BİRANOO..medeniyeta îslamé,péşeroja însaniyeté,bi emré [îqra] bixwîn, ronahîkir..xwdayé mezin,di van ayetén ji qur’ané, du[2]nîmetén mezin,hînî însanîyeté kir. Ya ewel ewe ku xweda,bi qelem em hînî nîvîsandiné kirin..u ya duduwa jî, ewe ku xweda,em ji cehaleté xelaskirin u zana kirin.]]BİRANOO..di medeniyeta me de îlîm,ewe ku mirov,xwe nasbiké u duvra rebbé xwe nasbiké u îlîm ewe ku mirov,heqîqeta tişta nasbiké u hîkmeta çébun u hatina xwe ya dunyé,nasbikéu îlîm ewe ku mirov,bi wezîfe u mesuliyeta xwe  xeberdar u şîyarbé..lewra, k. Kerîm,dema emré me,bi xwendiné diké,bé ferq,emré bi xwendina ayetén kîtapé [qur’an] u ayetén gerduné [kainaté] herdukan diké. bé çawa xweda,emré bi xwendina ayeté qur’ané diké,dîsa emré bi xwendina fîzîk,kîmya,matematîk u ulumé kaînaté jî diké ku ew ecb u qanuné îlahîne di kaînaté de. u bi dawî xweda emré bi xwendina tamamé îlmé bi fayda diké. 
BİRANO..di urf u adeté me de,zar u ewladén mirov, heqîqet u heyaté,ji sé cîha’n, hîn dibin u di elimin.ew her sé cîh ku aîle,mektep u camî ne.lewra ewlad u zarén mirov,şexsiyet u heysiyeta xwe u nerîna xwe yî li heyaté, bi pirrayî,ji malbaté,ji aîlé distîné. îlm u zanebuné u çanda xwe,ji mektebé distîné. Nasname [kimlik] u ka ji ké ye?muqedesat u manewîyata xwe jî, ji camiyé distîné u xurt diké..lewra di tarîxa me de. aîle, mekteb u camî yén me,bé hed u bé hesab, zana u alimé ku ji însaniyeté re,bune ronahî u rehber  derxistine holé. u îro jî,em 
 
ji wan mueseseyé xwe yî bingehî wé umudé dikin..BİRANOO..di destpéka vé hefté de,li dor hîjde mîlyonan[18]zarén me dest bi xwendin,ders u talîmé kirin..di réxistina vé wezîfa muqedes de,nîzî mîlyonek mamoste[muelim] wezîfe digrin..berî her tiştî,em ji rebbé xwe,dixwazin ku destpéka sala meyî  ders u talîmé,ji bo zarén me, mamoste[muelîm]me u tamamé malbaté me u ji bu milleté me,xér u xweşî,hizur u seadeté bîné..dîsa em ji rebbé xwe dixwazin ku îlm u zanebunek ku bibé  sebebé rizaa xweda,u ji welaté me re u alema îslamé re,xér u xweşî,biratî u hizuré bîné, biké nesîbé zarén me..BİRANOO..bi munasebeta dest péka ders u xwendiné,em dixwazın ku em dengé xwe li mamosté xwe,zarén talebe u weliyén zaran  bikin u gazî wan kin u em béjin,gelî mamosteyén meyî fedakar,ku ava kirina péşeroja me,eseré we ye,yén ku îlm u îrfané hînî me dikin winin..ewladé me wek yén xwe dibînin,u yén ku mîmaré vé roja me ne,dîsa winin..u péşeroja  me jî, winé avabikin.neslikî ku eqlé xwe,îrade u qelbé xwe teslîmî hina di neké winé ava bikin..lewra,zarén me, wîcdan u merhemeté,xérxwazîya milleté xwe u xîzmeta haq u haqîqeté,wé ewel ji we,hîn bibin u bi elimin..xwedé ji we razî bé..[amîîn].u ey zar  u ewladé ku warisé péşeroj u îstîqbala me ne,!win herdem,bi îlm u zanebuna ku faydaye,ji însaniyetéra,xwe pé bi xemilînin u zana buna xwe di xîzmeta mîllet u însaniyeté de,bi karbînîn.bi exlaq u fazîleté,bi kemilînin. Ji  mamoste xwe ra,heval u hogiré xwe re,dé u bavéxwe re u ji tamamé însana re,heskirin u hurmeté,ji dest xwe bernedin u manewiyat u muqedesatén xwe,bijjîn u bi parésin.ji mazlım, meğdur,bé kesa re u tamamé alema îslamé re, ronahî, rehber u xwedî u kesbin. u win gelî dé u bavé wefakar!! berî  herkesî,we mala  xwe kir mekteb u win bun mamoste ji ewlad u zarén xwe re.u win bi muelîm [mamoste] u mekteba ewlad u zarén xwe alaqadar bun..lewra, resulé  xweda, waha dibéjé;[dé u bav, mîras kî ku ji ders,exlaq u terbiya spehî çétir, bi du xwe de,ji ewlad u zarén xwe re nahé lé]]
    ji bîrnekin gelî dé u bava ku di mekteba de,dersa k.kerîm u hayata péxember he ye,u ev herdu ders grédayé bi bijartina we ve ye...xweadyé mezin îlm u zanebunek bi fayda biké nesîbé me u me bigerîné ji kesén zana u aqil mend u heyaté ji me teva re hesanî  biké..amîîn..