Anti Militarist…


Ramanên milîtaristî weke jehra Silêmanî ne. Gava ku ev jehr kete nava raman  û bedena mirovan, zû bi zû ji vê heremê dernakeve. Li vir ji xwe re hêlineke çêdike û psîkolojîya xweparastinê pêş dixîne. Derdora xwe seqa dike, nahele ku ba ji deverekê were, xwe bi hemû curêyên mirovî, desthilatdarî, aborî û birdozî diparéz e. Tevgera civakî hemûyî dixe bin xizmeta xwe. Ji bona vê yeke hemû alavên sosyal, kulturî û desthilatdariyê bikar tine. Heta şantaj û şarlatanîyê jî dixe xizmeta xwe.
Li ser raman û helwestên milîtarîstî gelek dîtin hene; destûr, model, maksîm, pîvanên milîtarîst bi ser hevdu de digindirin. Lé xalek heye ku qet nehatiye guhertin, ev jî ev e; şef û serok hergav heq in! Gava ku şef û serok neheqbin jî, hevoka pêşî hergav di dewrê de ye! Ango şef û serok tucara neheq nabin û hergav rastiyê dibêjin! Ev aliyekî bûyerê ye…
Alîyê din jî wilo ye; di helwesta milîtarîstî de mirov çi bikin şaş e; mirov tiştekî bike şaş e, mirov tiştekî neke jî dîsa şaş e! Ji ber ku pîvana şaşî û neşaşîyê, heq û neheqîya di destê şef, serok û pêşengan de ye!
Û ew ji tucara şaşîyan nakin, hergav rastiyê dibêjin û neheqî jî tucara ne karê wana ye!
Mesele ewqas hêsaniye…
Ji bona ku hûn hinekî li ser ve mijarê hûr û kûr bibin, ezê berhemeke edebî weke çavkanî, weke mînak pêşkeşî we bikin. Ev berhema edebî bi navê ‘’Xala 22’’ yan hatiye çapkirin û nivîskarê wêna jî Josep Heller e. Berhem di gelek zimanan de heye lê ez nebahwerim ku bi Kurdî hebe…
Josep Heller mantiqê şer û helwesta milîtarîstî di jîyana rojane de, di pêwendiyên jor û jêr de, di pîvanên exlaqî de, helwest û kultura milîtarîstî, carna bi qerfî, carna weke bûyerek ji rêz e, pêşkêşî xwendewanan dike…
Minakên edebiyatê li alîyekî, lê li aliyê din jî helwesta milîtarîstî gelek kesayetiyên serok û rêber, desthilatdar û pêşengan berbi xwe de dikişîne. Jehra xwe berdide nava laş û ramanên wana. Mirovên ku ne xwediyê zanebûneke kûrbin, ne xwediyê tecrûbeyeke mirovî û exlaqî bin, helwesta milîtarîstî dikare wana bikişîne nava çerxa xwe ya mekanîk…
Gelek bîrdozan û teoriyên li ser desthilatdariyê helwestên milîtarîstî weke helwestên ji rêz e pêşkêş dikin. Vê helwetsê eşkere diparêzin. Vê helwestê di nava sîyaseta xwe de dihûnin, didêrin û ji vê rastiyê ji hêza xwe digirin. Lê ma tevger û bîrdoziyên ku xwe bi navê demokrasî, çepgerî û sosyalîzm e bi nav dikin, dikarin bêyî pirsgirêk helwesta milîtarîst vegûhêzin nava xebata xwe gelo?
Naxêr!
Ji ber ku di projeya civakî û pêşeroja demokrasî, çepgirî û sosyalîzmê de milîter û milîtarîzm tuneye. Heger li vir û wir hinekî hebe jî, ev bi taybetî tevdireke demkîye, ne bingehîye. 
Lê em baş jî dizanin ku di nava pratik û dîroka çepgirî û sosyalîzmê de hinek helwestên militaristî hatin romantîzekirin. Di vê pêvajoyê de, têgeha şoreşê û milîtarîzm nêzikî hevdu bûn, hevdû alastin, hevdû bêhnkirin û bêhna wana hîna jî di nav hevdû de ye…
Lê divê mirov bi dengekî bilind bibêje; helwesta milîtarîstî, çepgirî, sosyalîstî û Marksîstî tucaran nikarin li hevdu bibanin. Heger hat û bû, wê ev rastî genetîka Marksîzm û sosyalîzmê bigûherine. Em ji tecrûbeyên dîrokî dizanin ku helwesta milîtarîstî hemû tiştan dike weke xwe. Weke zîhayekî maran xwe li dora nêçira xwe dipêçe û nêçîra xwe ji derb dixîne.
Ji ber wan sedeman divê mirovên çepgir, sosyalîst û Marksîst hergav û herdem anti milîtarist bin…