AQIL ZÊRÎNE LÊ
LI SÛKA NÎNE!
Aqil gelekî başe û rind e,
Mere bi aqil pir ser bilind e,
Lê ji hemî kesar nabî find e,
Wekî şûr tûje û gelek tund e.
Aqil cewherek ji dir û zêr e,
Lê gelo ma ew heye bi kêre?
Jêr mizgînî, ku ew cewher pêre,
Ew ku bi kar bînê ji xêrê re!
Ewê bar giran û aqil sivik a,
Ew li govenda didin çepik a,
Dawî dibin pepûk ber tifik a,
Di mînin nav şekal û qurçik a.
Xweda aqil di serîde danî,
Ew aqil ê ji nûr û rûhanî,
Tev winda nek ser riya şeytan î,
Kero ma reş û tarî tu nizan î.
Wellehî aqil gelek hêjaye,
Di dema xwe de, giran biha ye,
Li cem aqilnasa nirx cidwa ye,
Aqil kar û bare, asil Xwedaye.
Ku aqil nebê nefs lê siwar e,
Li herdû dinya, feqîr û hejar e,
Ew her betilî û pir neçar e,
Ew her dibê peyayê neyar e.
Aqil gelek bi nirx û zêrîn e
Lê di serê her kesîde nîn e
Aqil deryeke gelek zengîn e
Aqil her wext rastî di hebîne.
Wellehî aqil gelekî başa
Lê ku mere nekê tiştê şaşa
Zanibin camêrtî ne belaşa
Berê xwe nedin çirav û kaşa.
Nîvê aqil sebre, lê girane
Sebir wisa n sivik û arzane
Dewama sebrê êşeke cane
Xalek ji sebrê însaf û îmane.
Dibêjin ewê ku dikê sebrê
Dawî ew dibê melekê Misrê
Dibî xwedyê bexçe û wê Qesrê
Dia bike ser limêja esrê.
Bira aqil tiştek Xwedayî ye
Di qalkê serî de hin mîjî ye
Ê her kesî ew qalik tijiye
Lê ê hineka pûç û mirîye.
Aqil gelekî dost û hevale
Rêberekî saxlem û delale
Mere di parêzê ji galgala
Aqil dahle kahnîye û mala.