Bayram ve Hz. İbrahim

GELÎBAWERMENDAN.komik ji sehabiyan,ji resulé xweda re,waha gotin[[ya resulallah,ji me ra behsa xwe,ji xwe xeberbid]]li ser vé gotiné resulé xweda waha cevap da[[ez dua bavé xwe îbrahîmim, mîzgînîya birayé  xwe hz.îsa me,u ez xewna diya xwe amîne me.]] BİRANOOO..hemdé,bé hejmar,ji rebbé me re bé,ku em dîsa gihijandin eyda qurbané ku roj’a duşemba péşya me ye ku em wé bi tebayî pîrozdikin u wé rojé ji gelek welatén dunyayé bi milyonan namzetén heccé,xwe ji çuna ser giré  [arafaté]re  hazir u amade dikin.ew li wir, tewbé u xwestiné xwe,péşkéşî rebbé xwe dikin.u me jî,tev dua yé xwe dikin.Ew birayé me yî haccî, heyecana îbadeta heccé tâm dikin,em jî li vir, îbadeta ku gurandina qurbané ye,bi cîh tînin.u em bi vé Îbadeta qurbané,hem nézÎ rebbé xwe dibin u hem jî,nézî hev dibin.xwedayé mezin eydikî  bi hizur biké  para me amîn.BİRANOO...her sal,em eyda qurbané dibînin u dijjîn.we lakin ew peyxamberé mezin ku êyda qurbané ku bi wî,té bÎr anÎn,em baş nasnakin ku ew jî,hz. Îbrahîm xelîl e[a.s]e ku navé xelîlullah şeref u para wî bu, herwekî ji tamamé muminé bi du xwe da jî ra, qudwet, mînak u numune bu..xwedayé mezin bé çawa hz. Muhammed[a.s]qehreman u mînak u numuneyi kî da xuya kirin,hakeza behsa îbrahîm jî,di qurana pîroz de kiriye,u dibéjé[[bi rastî,di serpéhatiya îbrahîm u bawermendén li gel wî,ji bo we,numune yi kî baş u spehî  hebu,dema wan ji gelé xwe ra gotin: em ji we u wanén ku xeyrî  xweda hun wan dihebînin,bérî u durin. em[réka] we,nasnakin]]bi vî awayî xweda, îbrahîm jî, numune daye xuya kirin..BİRANOO..dema navé îbrahîm[a.s] té gotin,tewhîd u mucadela wî yi tewhîdé,té eqlé mirov,lewra îbrahîm[a.s]di réça baweriya xwe de,sebra li ser agiré wek çiya kiriye,  îman,bawerî u ubudiyeta xweda, ka çawa ye,bi însana daye fehm kirin u da xuya kiriye.lewra îbrahîm [a.s]köletya însana red kiriye,ji haq u haqîqeté,rastî u adaleté u ji meşa di riya azadiyé,bi ti awayî paşde ne çuye,venegeriya ye..lewra dema îbrahîm[a.s]té gotin,wahdet u ummet ,té bîra mirov,lewra hz.Îbrahîm u kuré wî, ummet anîn holé,
 
hz.Îbrahîm[a.s]xwedyé şerefa ku buye bav u kal,ji bo tamamé peyxamber u muminé di pey xwe de.u teva di dua wî de,cîh girtine.lewra dema îbrahîm[a.s]té gotin, teslîmîyeta xweda u sadaqat,té bîranîn,lewra ew,bi fedakirina kezeba xwe,hz. Îsmaîl hatibu emir kirin.u di wé îmtîhana xwe de,teslîmîyeta  xweda,da xuya kirin..
BİRANOO..loma jî,îro di gelek sembol,işaret u erkané îslamé de,bîranîn u xatira îbrahîm[a.s]he ye..lewra wî,u kurré wî, hz. îsmaîl[a.s]kâb a pîroz ji nuve  avakiriye..u îbadeta heccé ku bi gelek hîkmeta dagirtiye, hz.îbrahîm [a.s] nîşanî însana daye.u îbadeta qurbané ku sebebé nézîkbuna me yî bibal xweda ve ye,bi xéra wî,çé bu ye.herwekî hz.îbrahîm [a.s]di îsbatkirina xweda de,li hember înkarciya numuna herî mezin bu ji me re..di rehberiya ummeté de,di meşa riya tewhîd u hicreté de,qudwet u numuneya herî mezin bu ji  me re.lewra  sabr u metaneta wî,şukr u cuwamériya wî,numuneya herî mezin bu ji me re.u di duayé wî yî ku di qurané de derbas dibin, numuneya spehî u mezin bu ji me re..
BİRANOO. . peyxamberé me hz. Muhammed [a.s] jî,réwiyé réka pîroz,ya kalé xwe îbrahîm [a.s]bu, îro ji ber ku em,ummeta hz.muhammedîn [a.s] wezîfeya  meyî sereke,ewe ku em jî,di riya tewhîd u yekîtiya  xweda, teslîmîyet u ubudiyeta xweda de,jîîr u şiyarbin,u ezm u exlaqé wî peyxamberî,ji me ra numune,mînakbin..u ji bedéla xéro déro,em hz. Îbrahîm[a.s]u yén wek wî, ji zarén xwe re,bikin numune, qehreman,serok u mînakbin.. u ez xutba xwe,bi dua peyxambera  ku  derbas dibé di qurané de,bi dawî tînim.
[[rebbé me,me u zarén me,ji kesén ji ter mutî bi gerÎn...xwedayé me,me xwe her sipartiye te,u em li te vegeriyane u veger bes bi bal te ve ye,me bi azabdayina ji cem kafira, ne  ceribîné..xwdayé me!,min u kinésa min,bike ji niméjkaran,xudayé  me! duaya min qebul bike..xwedayé me!di roja hesab dîtiné de,li gunehén min,li yén dé u bavén min u li yén muslumana bibor e!..