Di cîhanê de tu milet a û tu qewm a bi qasî Milet ê Kurd, serhildan û berxwedan ne kirne! Li tu welat a hewqas zulm û zor, girtin û kuştin, koç berî û talan kirin, wêran kirin, sergom û zîndan, kesa ne dîtiya! Tu mileta hewqas bedel ne dan a. Gelî gela bo çî em bi ser nakevin?
Ev zulm, û zor û kotekî û wahşîyet li ser gelê kurd hîn jî berdewam e! Bo çî em bi ser nakevin? Divê ku serwer û rêzan û rêber, niviskar, rewşenbîr û em tevan jî bi civin û bi fikirin. Ka bêjin sebebê vê çine? Boçi em pêş nakevin û çareseri ya vê çiye; ji mere çi girînge û çi pêwîst e emê çawa bighêj ne azadi ya xwe? Li gorî lêkolîn û tevger ê xala pêşî ku em bi ser nakevin, sebeb ê wê ji bê tifaqi ya! Em hevdû nagrin yekîtî nîne, em nexwendî û nezanin rêxistin û saz û ewazên me lîjne û nîjadê me gelek zeîfin, lewazin ne besin. Dermanê birîna me yekîti ye, hevgirtine, yekîtî gelek girîng e pêwîste. Lê belê yekîtî welê ne hesanî ya xebata gelek zor û barê giran yekîtî ye. Ji bo hevkarî û yekîtî divê ku bahwerîkek hebê. Divê ku ew bahwerî jî rastiyek ê bibînê, wexta ku rastî nebê bahwerî jî tuneye, ku bahwerî nebê yekîtî jî tuneye, ku yekîtî tune bê serkeftin jî tune ye hûn teva vê qenc zanibin bê yekîtî bê bîrlik azadi tune y e!
Ji mere xebatek pir dijwar kûr û dûr pêwîste girînge. Li gorî bahweri ya min tu mileta û tu qewma bê xwendin û bê perwerde, bê rist û bê bahwerî, kes ne gihane armanc ê xwe: Ê helbeta gelê kurd jî bê xwendin û bê perwerde, bê rist û bê tedbîr, bê pispor û bê pirsyari, azadî gelek dûre.! Ji bo ku em bighêjne rêza gelê cîhanê ji mere çi girînge? Ez di bêjim evên ku ji vî gelîre bib ne serok rêzan û rêber divê ku xwende bin û zanebûn û cesaretê wan gelek hebê divê ku duristî û Milet perwerî yan wan ji a her kesî bêhtir bê. Heta ku karibin vê riya azadî yê bi meşênin. Divê ku gelê kurd welati yê kurdî wan fêrî welat perwerî yê bikin, wan hînî rêzanî, rist, destûr û welat parêzî yê bikin. Lazima pêwîste ku ev Milet fêrî xwendin û ristê hev karî û hev parî yê bibin. Divê ku em tevan bi xwunin perwerde bi bînin ku em karibin siyaseta xwe bi zimanê xwey dayikê bi kurdî bi axivin em siyasetê bikin. Bi kurdî li civîn û semînera wekî bilbil bi zimanê xwe bi axivin ji mere gelek hewceye, ku em xwe bighêj ne wê astê ku miletê kurd gelek hij ziman û kultira xwe bikin. Ji ê her kesî dewlemend tir û şîrîn tir bibînin hingî wan şertê dijmin ku li derî însanetê ne wan qebûl nakin.
Divê ku ev gelê kurd dijminê kurda ê derve û hundur herduwan nas bikin. Wê kevne perestî û kevne şopî ya kurd û peyayê koledar û dizê malê e vana qenc bêne naskirin, dawe bê fêmkirin. Gereke ku em karibin bersiva xeletiyan bidin û em karibin pêşya berjewedi yan bigrin. Wexta ku em nikaribin elaqedarî xelete û berjewendî yê nav xwe bibin em nikaribin pêşya berjewendî û xeletiyan bigrin hingî em nikarin bahsa demokrasî û aşîtî û adaletê bikin. Ku di nav mede rastî û aşîti nebê emê çawa dawê li xelkê bikin. Ku em bê hesab û bê kîtab, bê pirs, bê pirsyar, em bijîn û em koza berxa bixne devê qula gur û bê nobedar her sibeh emê rabin ku celebek ji berxa gura birin xwar wê şêr, rovî, hirç û keftar di me bikin tar û mar.
Belê birayên delal û hêja ev tiştên ku min gotin êbaş ku em neyên ne cî û ê xerab jî em ji wan dûr nekevin, wê rewşa me ev bê. Emê her bin dest bin emê bi jar û bi xembin. Belê birano gelek ji me bûne wekî wan sofyê mala şêx. Gorava şêx çiya pêwîra şêx ewe ku şertê şirîetê û îslamê bimeşînê, ne ku di nava îslamê de xurûba yanî celeba çêkê û berberî yê bikê, ev nebû ev bû lewtandin. Wexta ku wisa kir pevketin, hevdû kuştin. Ev ne ku şêx wilo dikir, ev sofî ya welê dikirin. Lê belê şêx dey nedkir, li hesabê wîjî dihat.
Belê heval no. Ew sofyê ku me digot çima wisa dikin, hinek ji mejî bûne wekî wan Sofyê mala şêx. Ê ku ne di bin hakimyeta şêx û sofyê wîde ba, ne mirîdê şêxê wabê, ew wan ê wilo misilman jî qebûl nakin. Gelek ji mejî, wekî wan sofyan gelek insanê baş hene ku wan bi ser dijminde dahf didin. Hinek jê ji nezani ye, lê hinek bi zabûn dikin. Ev şîretê sîxwira ne. Ku niha yek ji wan cihûyên îsraîl ê cibekî li xwekê û şaşekê bidê serê xwe, bêjê ez xelîfê mala şêxim, sofî temam wê bidne dûv. Ku ew sexte xelîfe, ji war bêjê ha van insana bi kujin, qetla wan helale, ev Xwedê jê sitandî na bêjin kuro şertê îslamê belîne. Belê hevalno em wilo dibêjin lê hinek ji mejî wekî wane. Bahwer bikin Ku hinek ji wan nîjad perestê adwê me, ewê ku berê jî û îrojî qatilê mene, ku yek ji wan werê nav me û bêjê ez ji weme û berê me bidê nav maîna, em nabêjin kuro ev ne raste, ev hîle ye.
Gelî bira wexta ku em fena dibînin û em deynekin, em berê xwe bidin nav maîna, hingî em gazin a ji xwe bikin dijmin ji xwe dijmine bi a dijmin nekin. Birano tiştê ku ne rastin, tiştên ku ji mere zerarin hişkerêne, hîle dawya wê nêzîke lê rastî her wextî direke, bi şewqe, di destê tedeye. Belê birano hûn nebêjin her kes nezane ned ferqêde ne ne welêye em agahdarin lê heta werê karê hingî emê herin buwarê. Ez bahwerim ji rasti yê çêtir tune ye ez bi xwe Ezê rasti yê ber dewam bikim kî çid bêje bila bêje. Rastî di dîwana de ser bilindi ye. Ezê dawya axaftinê heger me fêm kirbê wek mele xezo û keşê midihê ev bese bi mênin di xêr û xweşî yê de.