GELéBAWERMEND..di zamané péxember de,di esnaé fetha xeyberé de,hz. Péxember,Ala ser eskerî,da bu hz.ali u wî jî,waha got:heta ku xelké xeyberé,îslamé qebulbikin ezé bi wanre şerbikim. li ser vé gotina hz.ali,péxemberé xweda waha axivî[[ya ali,gazî ehlé xeyberé bibal îslamé ve bike u wan bi mesuliyeté wanî li hember xweda xeberdar bike,Ez bi navé xweda sund dixwim,ger yek bi sebeb te,bikevé îslamiyeté,ji te re,ji bo te, li cem xweda,ji dunya u tiştén té da hemuyan,çéti re.]] BIRANOO..yek ji navén xweda ji,navé [heyy e] mana wé,eve ku xweda herdem li hayaté ye u sax e. Lewra yé can didé u jiyané berdewam diké,her xweda ye,yén mirî bi ruh diké u yén sax jî mirî,her ewe,xwedé teala jiyan,wek heqekî pîroz,daye însanî,,lewra xweda,emré li hev xwedî derketin, meişet u îhya kiriné li me kiriye,ne bi kuştiné..di gel vî emré îlahî,di tarîxa însaniyeté de,bé hed u bé hîsab,wahşet,barbarî u qetlîam çébune.. BİRANOO..tarîxa însana ku can kuştiye, qetilkiriye,ji ewladé bavé meyî adem[a.s] kürrré wî qabî destpé kiriye,lewra,yé ku ewwel xwîn rijandiye u qetikiriye ew e.ji wé roj é heta îro, însana çiqes dagerkerî,çiqes ceng u herb,çiqes malwéranî u sorgonkirin bi cavé seré xwe dîtiye u dijî ye..u çiqes habîlén mazlum,ji terefén qabîlén cavsor u xwîn xwar hatine kuştin..u ew heqé hayata ku pîroze,ji însana hatiye standin u bin pé buye.. BİRANOO..însaniyet di vé dema meyî péşketî de, bi qetlîam u kuştinekî nu,bi riya kesé ku întîhardikin u xwe kujer é ku bi xwe re,bi sedan kesén masum u bé guneh di kujin,îro ru bi ru ma ye..ya hîn xerabtir eve ku van qetliamé hovane,bi navé dîn é îslamé dikin..bizanîbin gelî mirovan ku ti alaqa van qetliamé hovane, bi dîn,dunya u medeniyeta me re nîne..u ti alaqa vé qetliamé bi mefhumé cîhad u şehadetén ku esasén pîrozin,ji binîve nîne..BIRANOO..îslamiyet, bé çawa kuştina însana gunehkî mezin dibîné,hakeza întîhar u xwekujertiyé jî,gunehkî mezin dibîné,lewra întîhar u xwe kujertî,berberî,îsyan u întîqama li hember xweda ye,lewra xwedayé mezin di qurana pîroz |
de waha dibéjé[[ hun xwe, [weya hevudin]ne kujîn]]kuştina can u ruhé însana qedexe kiriye.lewra kuştina yek canî,yek kesî,wek ya tamamé însana ye u saxkirina cane kî wek saxkirina tamamé însana ye. BİRANOO..bizanîbin ku îslam,dîn é wejîn u hayaté ye..loma jî alaqa wé, bi qetliamé bé exlaqî,bé wîcdanî u ne însanî nîne..bizanîbin,kesén ku dibin qesabén însana u mekîna miriné,ti alaqa wan,bi teblîğ u mesaja îslamé re nîne.. ji bîr nekin gelî mirovan kesén ku fetwa van qetlîama didé, gunehbaré xwîna wan masum a ye.. BİRANO..bizanîbin ku îslam,ne dîn é kuştin u tunekiriné ye,belkî dîn é wejîn u saxkiriné ye.. lewra qurana pîroz bi şîret u ré, rébazén xwe,ne rîya kuştiné,belkî réka hayat,vejîn u saxkiriné didé ber însana..lewra péxemberé vé ummeté,péxemberé dilovanî u merhemeté ye..ev dîn é pîroz,can u mal,heysiyet u şerefa însana, muhterem u pîroz dibîné u di parézé..bizanîbin gelî mirovan,ew dîn é ku hayaté muqedes dibÎné u di parézé,ew kîtaba ku şeref u îhtîrama însanî esas digré u ew péxemberé ku wesila şefqet u merhemetéye,bi ti awayî,nabin piştger ji qetlîama re.lewra kirina van qetlîama,li ser navé dîn,quran u péxember,xiyaneta herî mezin li wan pîroza ye... BIRANOO..bizanîbin kesén ku xwe u bi dehan kesén masum jî, bi xwe re di kujin,ne nemirin u ne şehîdin,wargeha wan qatilan,li gor qurana pîroz, cîheki hezîn u xerabe..qurana pîroz waha dibéjé[[kî bi qesd,muminikî bi kujé,véca cezayé wî cehenneme ku ew dé, heta bi hetayé,té de bi mîné u xezeba xweda li seré ye.xweda ew ji rehma xwe durkiriye u ezabekî mezin jé re amade kiriye..]]BİRAYéN EZİZ..di van demén dawî de,di gelek war u bajarén me de,bi riya xwe kujerén întîharî u îrhabiyén hovane,ku bun sebebé kuştina gelek zar u cuwanan u kesén masum u keyf u şahiya însanén me,vergerandin bi bal derd u kül u miriné ve,..em ji cenabé xweda,ji wan birayén meyî masumra,rehm u maxfireté u ji xwediyé wan re,sebr u sersaxiyé dixwazin u kesén birîndar ra acil şîfaé dixwazin..amÎn.. |