Hewcedarî Bi Zanyarîyê

Gava ku cudahi di navbêna zanyarî û dîtinên ji rêzê de nemîn e, di warê ditin û ramanan de atmosfereke kujêrî tê afirandin. Ji bedêla aqil û zanebûnê, hêz bi pêş de dikeve. Ev atmosferê kujêrî korfelekî pêş de diçe. Wê gavê di çalakiyên mirovî de armancên sîyasî, civakî û kulturî tune ne. Kes li kesî guhdar nake. Quretî dikeve şuna diyalogê. Kujêrên bê armanc dibin leheng. Fitne, fesadî û gelacî dibin sixletên helî bilind. 
Jehra Silemanî xwe berdide nava xwîna mirovan.
Zanebûn wateya wêna êdî namîne…
Îro tu yê tiştekî bibêjî, adinî rojê tu yê ji sed sed mixalifê vê dıtinê be. Doh tu hevalê dewletê bû, tu sixûr bû, tu hevalê partiyên kolonyalist bû, îro bi serbilindî tu di nava welatparêzan de quretiyan dike. Sibehê tu dikare li devereke din be. Tu qet li ber xwe nakeve. Tu dibêje û bahwer dike ku hemû kes wilo ye!
Tu her demekê li hewakî ye. Tu weke Meyrema Şikakî ye. Tu xapinok e. Tu dibêjî doh doh bû û îro jî îro ye. Tu di nava civatê de weke dîkên elokan xwe binepixîne. Tu bûye şarlatan. Tu bûyê mirovê hemû dem û dewranan. Tu her serê çend salekî dîtinên xwe yên bingehî diguherine, di rastiya xwe de tu ne tiştek e lê tu xwe weke Qîtana Hemedanê dide nişandan.
Dem ji dema te ye?
Doh tu kundirêkî vingîvala bû, îro ji tu şebeşêkî kal yê Amedê ye!..
Gava ku atmosfera dîtin û raman wilo be, karên dîtin û raman dibe weke çola Xwedê. Ki çi dibêje jê re dimîne. Kesayetî silûk dibe. Pîvan û rastî ji holê radibin. Tiştekê ku li mala ciranan rast e, exlaqîyê, dûrist e, li mala têniştê dibe derew, dibê bêexlaqî, dibe sextekarî.
Ango pîvan, ziman, wate, rastî, prensip, helwest, tecrube, çavdarî, lêkolîn ûhw, bê wate dibin, naverok jî vala dibe û axavtina mirovan dibe weke qûrqûra beqan!
Peyamên xwedî wate di gotin, helwest û dîtinan de namîne.
Gava ku aqil, tecrube, kiryarî, pîvan, teorî, dane û metod ji holê rabe, pêwendiyên mirovan ji hevdû difeşkilin, stûnên civatan hildiweşin.  Mirov êdî nema mirovan fêm dikin. Mirov ker û lal dibin. Çav êdî nema çavderiyê dike. Guh êdî nema dengan dibîhîze. Zimanê ku di navbêna mirovan de alevekî navgînîyê ye, dibe zimanê şildim bildim!
Ango ziman bêwate dibe.
Ji ber van sedeman hewcedariya mirovan bi zanyariyê heye. Zanyarî hebûn, dîrok, civat, sîyaset, xweza û mirovan bi hemû rastiyên wana radixe ber çavan. Zanyarî weke çirayekê riya mirovan rohnî dike. Em dizanin ku zanyarî, zanebûna hemû mirovantiyê ye.
Ji zanyariyê re tu tixubên etnikî û olî tune ne…
Dîsa şariştanî tucara bê zanyarî pêş de neçûye. Zanyarîyê jî şariştanî pêş de biriye, rê lê vekiriye, ew bihêz kiriye. Herdû bi hevdû re meşiyan e, bi hevdû re bihêz bûne, rê pêş hevdû kirine. Ma şariştaniyên ku îro bi navûdeng in bê zanyarî û zanebûn, karibûn bigîhejtina pileyeke bilind? Heger ev şaristanî îro ji me re mînakên neqandîbin, ew bi saya serê zanyarî û zanebûnê çêbûye.
Hilbet nezanî jî di gelek waran de realize bûye. Lê encamê wêna mayin de nebû ne. Nezanî di nêzanîyê de maye, nezanî tê jibîrakirin lê zanebûn dibe malê hemû mirovan. Yek jibîra bike jî deh xwedî lêderdikevin.
Dîsa sîyaset weke çalakîyeke bê zanyarî nikare gavên bingehin biavêje. Sîyaseta bê zanebûn ne sîyaset e. Ma siyaseta ku ne li ser zanebûnê bimeşe, çiqasî dikare gavên mezin biavêje? Civatan biguhere? Çiqasî dikare xwe ji nexweşiyên desthilatdariyê dûr bixîne? Çiqasî dikare riya rast pêş mirovan bike? Çiqasî dikare bi armancên civakî dakeve?
Sîyaseta bê zanebûn li mala xwe rûne hîna baştir e. Gava ku armanca mirovan sîyaset be divê mirov xwe zana bike, divê mirov xwe tekûz bike, divê mirov bi hemû haweyî xwe cehaletê rizgar bike.
Ya na mirov nikari li miqabilî berberê xwe biser bikeve.
Em baş dizanin ku azadkirina mirovantiyê, netewan, welatan, çînan bi çend gotinên telomelo û bi çend ramanên çeloxwarî realize nabe. Ma mirov dikare guhertinên bingehin bê zanabûnên zanyarî bixe pratîkê? Azadîyê, rizgarîyê û demokrasiyê bixe nava ruhê civatan? Wana bike heyvan ji bona pêwendiyên mirovan? Hişmendiya mirovan ji taritiyê rizgar bike?
Berhemên zanyarî stûnên civat û dîrokê ne.
Divê em stûnên xwe saxlam û zindî deynin.
Ew ji bê zanyarî û zanebûn çê nabe!
Ma ku mirov ekonomî nizani be, mirov wê çawa karibe debara civatan bike?
Ma ku mirov sosyoljî nizabî be, mirov wê çawa karibê civatan birêve bibe?
Ûhw…