GELÎ BAWERMENDAN...Di wan rojén ku nur a Îslamé bajaré mekkehé runî dikir..péxemberé xweda,selat u selamé xweda lı serbin,derket ser gré [sefa yé]yé li kéleka beyta xwedé u gazî ehlé mekkehé kır u waha got:[ger ez béjim,wa ye li pişta vé newalé leşkerekÎ giran heye u dixwazé hucumî we biké,gelo winé ji min bawer bikin.?].ehlé mekkehé bi yek dengî,belé emé ji te bawer bikin, lewra,me ji te hîç derew ne dÎtiye u ne bihîstiye...li ser vé gotiné wan,resulé şefqeté waha got:[ez resulé xweda me,ez we bi azabekî dijwar ditirsînim u hişyardikim]]resulé xweda bı vé gazî kirina xwe, gazî tamamé insana kiriye,bibal aqıl u tewhîda xweda ve.. BİRAYéN EZİİZ....Ev bangawaziya resulé xweda,bi hz. Adem despékiriye u gazîkirina tamamé însana, bibal ebditiya xweda ve ye..ev dawa pîroz,hz. Nuh hz. îbrahÎm u lut u hz.hud,hz.salih, hz.musa,hz.îsa u temamé péxembera dewam kiriye,u di zamané péxemberé dawide gihaştiye kemalé..u heta qiyameté sebebé xelasbuna însaniyeté ye ..lewra di vé dawa péxemberde, gazî kirina bibal îman u ebdîtîya xweda heye, di vé bangawaziyéde,tewadua nefsé, lı hember yekîtîya xweda heye,,u kesé bejna xwe li hember xweda bi tewîné,li cem xweda,jé re xelata u meqamé alî heye..u di vé bangawaziyé de,azadiya heqiqi u gihaştina rizaa xweda he ye..lewra di vé dawé de,haq u haqîqat u haqqaniyet heye..u di vé dawé de,paqijbuna ji şirk u nîfak u kufr,îsyan,fîtne u fesadî u durketina ji xapandiné he ye.. BIRANO....xwedayé mezın, di qurana pîrozde waha dibéjé[[hal eve;ew hatibun ferman kirin ku ew îbadeta xweda bikin,di dîn é xwedé de dilbaş u dilsojbin,beré xwe ji baweriyé xuwar u vîç,wergérin u beré xwe bidin réka xwedé u bi berdewamî niméj bikin,u zekat a xwe bidin..ha ev e dîné rast u durust..]] BIRANO...di vé ayeta me xwend de,didé zanîn ku îbadet,ji xususiyeté xweda ne,lewra,li cem wefata péxember [s.a]hinik ji sehaba,ne xwestin ku mirina péxember qabulbikin..u gotin péxember ne miriye,li ser vé rewşé,hz. Ebu bekré siddîq [r.a]ew şiyar kirin u waha got:[kesé ji muhammed ra îbadet dikirin,bizanîbin ku muhammed wefat kiriye u kesé ku ji xweda re, îbadeté diké,bizanîbin ku xweda herdem sax e u na mir é.] BIRANO..tarîxa însaniyeté şahide ku gelek zaliman,nefsa xwe u xewn u xeyaléxwe, kirine îlah li seré alemé,u tarîx şahide ku gelek kesan, |
ümré xwe berredayî u beyhude derbaskirin,bi ebdîtîya ebda u köletiya kesén fanî re,,u şeref u heysiyeta însaniyeté bin pé kirin...u li hember haq u heqÎqeté,çiqas kesén, bé mejî u kerr u kör u lal ku duvik u terîne,ji xelké re hene u çiqas kesé dilhişk u kevir ku şîret tesîré li wa naké hene...halbuki em ji xweda yé mezin ra, di qurana pîrozde,di sureté fatîhé ku herdem em di niméjé da dixwînin,em soz a îman u îbadet xweda waha didin[[xwedayo]em,îbadeté ji bo te,tené dikin u em alîkariyé,her ji te dixwazin u riya rast li ber me bixe[ ya rabb]bé guman,ev riya rast,riya qurana pÎroz u péxemberé xweda ye.lewra resulüllah[s.a] waha dibéjé.[[peyv u xeberdané herÎ rast,kîtab a xweda ye, rehberiya herî spehî jî,rehberiya hz. Muhammed e,[a.s]lewra îslam,réka yekeme,ku însan a,biber ronahî u hîdayeté ve bibé.u réwiyé vé riyé, wargehé nîmeté xweda ne.. BIRANO...Réwîtiya vé riya pîroz,gerek berî her tiştî,wer é avakirin,li ser esasekî qewî u nasname u şexsiyeti ki îslami yi rast bé. da ku em,qurana pîroz u rehberiya hz. Muhamed ser taca xwe bibÎnin u em qelb u dil é xwe,zikr u fikr u hayata xwe,li gor rehberiya wî,xeberdan u şîreté wî,îhya u avabikin,u eqlé ku xweda daye me,em nedin bin emré eqlé hina din u qelb u dil é ku xweda daye me,em nexin bin emré qelb u dil é hina din..u em wîcdané xwe,nekin esîré bexté hinadin. biznîbin gelî mirovan,reçeta xelasiya mirov,ya ebedî ,gréda ye bi emré xweda u rizaa xweda ve ye.ji xeyrî xweda, kesé ku waada xelasbuna ebedî bidin, guhnedin wan,hebuna xwe nespérin kesé fanî,bispérin xwedayé ku herdem baqi ye.. BIRANO..em réwiyé vé riya pîroz,li hember cehalet,bé îtîfaqî u agiré fitne u fesadiyé,gerek em pirr şiyarbin,em li xwe u bîîr u baweriya xwe,xwedî derkevin.. guhnedin ré u rébazn ku muqedesaté mirov, bé qimet bikin,lewra,hevalbendî u tarafgiriya resul é xweda{a.s] u endambun u mensubiyeta bibal dîn é xweda u kîtab a xweda, di ser hemu ré u rébazan re ye.. WERİN GELÎ MUMİNAN..em réwiyé riya qurana pîroz,u etbaé péxemberé xweda, di vî weqté pîroz de waha dua bikin. Ya rabbÎ,îmané bi me şîrîn bik u qelbé me bi îmané spehî bik,,ya rabbî, me bi gerÎn ji şakir u zakir u abidén xwe,, ya rabb.. kesé ku di kiras é heqyé de xwe nîşanî me bidé u riya xerab u bizré fitne u fesadiyé bavé nav milleté me,ji mufsid u munafiqa,tı wan muwafaq ne ke,,ya rabb,,kesé bi navé dîn u quran u péxember,bıxwazé me bi xapîné,tı ré ne dé wan ya rabbb... |