Kulluk va samimiyet beyanı kurban

GElébawermend..li medîné sibeha eydé bu, niméj hat kirin,di piştre qurban hatin gurandin. péxemberé me ji,ji adeta wî bu ku du qurban hazir dikirin u qurbanén xwe,bi desté xweyî bi şefqet,li erdé vezilandin u beréwan dn qiblé u ji qur’ana kerîm ev ayet xwendin[[béguman,min bi rastî u durustÎ,beré xwe daye é ku asîman u erd xuluqandiye u ez ne ji muşrikam e,] [béje:béguman niméjamin u îbadetamin , saxiyamin u mirinamin,tev ji bo xwedayé ku ew perwedegaré[rebbé]alemé ye.]]péxemberé me piştî ku ev ayet xwendin, waha dua kir u bi navé xweda,dest bi gurandina qurbanén xwe kiriye u got[[ya rebbî,ev qurbanén han,nîmetén te nin,u ji bo rizaa te nin,qurbana min,aîlamin u ümmeta min qebulbik  ya rabb]]BİRANOO..lı ser ruwé erdé şerefa herî mezin,nézîkbuna  xweda ye, lewra ku xweda,nîzî me ye u ji şah damaré nîzîktirî me ye,dixwazé ku em jî,nézî wî bin.ji bo em nézî wî bin nimetén bé hejmar bexşî me kirine.u îbadetén ku em dikin jî,ji bo nézîk buna xweda, wasîte u wesîle ne.lewra em tamamé îbadetén xwe ji bo nézîkbuna xweda dikin.. lewra  kesé nîzî xweda bé,durî şeytané bé rumet e u xwedî  adalet u şefqete u bi  heqqî u merhemet e.. birano! waye îbadetikî  ku me nîzî  xweda biké,ji nîzve bi ser me de té,ku qurban u eyda qurbané ye ku ji niha ve,peşké barana wé,qelbé me keyf xweş diké. BİRANOO...me bi tebayî gelek rojén zor u asteng li pey xwe hiştin u ji heqqé me ye ku em ji dil u can,ji bo qurbana u eyda wé,xwe amade bikin..lewra ev dem, dema bîranîn u nîzîkbuna bibal xweda ye u durketina ji her tiştén ku sebebé jibîrkirina  xweda ye.. BİRAYéN EZİİZ...îbadeta qurbané ne ku xwin rijandin tené ye..belkî té de gelek hikmet u manayén cuda hene.berî her tiştî qurban, xelasbuna ji  bargiraniya jibîkirina xweda ye, lewra  meqsed ji qurbané,vekirina deryé di navbera ebd u xweda ye..u vekirina qelb e,bé wasite,ji zikré xweda re.. welhasil,qurban nîşana ubudiyet,îxlas u samîmîyeta ebda ye..xwedayé mezin,vé heqîqeté,
 
di qurana pîroz de waha ji mer beyan diké[[ne goşté wan qurbanan u ne jî xwîna wan digihijé xweda,lé belé bes teqwedariya we, digihéjé xweda,her weha xweda, ew heywan ji we re,ser nerm kirine,daku hun xwedé mezin  bi dérin u mizgînî bide qencîkarén rast u durust]] BİRANOO. Qurban,navé teslîmîyet u sadaqaté ye..navé wefadarî u alîkariyé ye,u navé fedakarî u parvekiriné ye.. lewra,di qurbané de,sadaqata îbrahîm u teslîmîyeta îsmaîl, wefadarî, merhemet, cuwamérî u parvekirina exlaqé muhammed mustafa he ye.lewra qurban, cuwamériya di riya  xweda de,pirr u gurr diké.feqîr u xîzan a roj a eydé keyf xweş diké,cîran u eqreba,dost u hevalén mirov,nîzî hev diké[qurban]herwekî alîkariya bi gelek war u welatén ku me navé wan ne bihîstiye u ne dîtiye diké[qurban]u destdiréjkirin u alîkariya wan bi bal wan kesan ve ye [qurban] BİRANOO..ger hal u weqté mirov  li cîh bé, gerek em qurbana eydé şerjékin [gurénin]ger ji me neyé,em însaniyeta xwe,ji birayé xwe re îkram bikin u weché xwe yi xweş u vebeşirî  hediye bikin..u derd u kulé ku xweda bi me,da ji bîrkirin,em ji bîrbikin.. saf,durust u paqij bimînin,herdem xérxweazé hev u bi îtîfaq bi mî nin..bi îbrahîmé ku bi weledé xwe îsmaîl hat ceribandin,peyréwî u hevalbend bimînin. ji bîrnekin ku ewladé me jî,wek îsmaîl emanetin, her weqt he ye ku li xwedyé xwe vegerin..u ji riya péxember u sehabeyén can fîda  venegerin. BİRANOO..îsal serokatiya diyaneté u weqfa wé,hazir u amade ye ku desté milleté meyî xérxwaz,bigihijîné tamamé dunyayé.. qurbanén milleté meyî xérxwaz,di hundur u ji derve de,bigihijîné tamamé birayén meyî mazlum u mağdur,da ku tékiliyé nav biratiyé bétir  xurtbibé..ji bîrnekin ku ev qurbana ku bu hediye, ji muhtaca re,dé bibé mektupa merhemet u heskiriné ku tamamé millet té da muştereke...xwedayé mezin, gihijandin u derbaskirina,eyd u arafete kî  bi hizur u xeyra qurbanin meqbul biké nesîbé  me. amîn.