GELé BAWERMEND... baweriya tewhîdé,li mekkehé,roj bi roj,belav dibu,ew rewş pirr zor a muşrika diçu u bi wan ne xweş di hat..loma jî,pirr eziyyet u îşkence didan péxember u muminan u dujminatî bi wan re dikirin..u bi dawî, da ku péxember,ji rîya wî , vegerînin,muşrika,régirtin u çun cem [ebu talib]apé péxember,u teklîfa serokati u meznayî u şan u şöhret u hemu îmkanatan,dan ber péxember [a.s]da ku ji dawa xwe vegeré..u ger venegeré, tehdit kirin bi kuştin u miriné..digel vé tehdîté u bertîl é péxemberé xweda,guh neda wan u waha cewap da,apé xwe,[apo,ger roj é téxin desté minî rasté u heyvé deynin desté çep é,ez bi tı awayî ji vé dawa xwe,venagerim.allah teala, ya wé dîné xwe bi serxé, weya ezé di vé riyé da,cané xwe fedakim u li serkim.. BIRANOO. péxemberé xweda, di gel ku ji dawa xwe venegeriya,li emaneté xweda,xwedî derdiket..lewra ew, muhammed el emîn bu,bi bext bu u rast bu u herkes lé ewle bu..xwedî derketina li emaneté u bi her awayî,revaa ji xiyaneté,li ümmeta xwe tawsiye dikir..lewra,li gor resulé xweda,mumin,ew kesé ku mirov,ji xerabiya wi,ne tirsé u bi bextbé u lé ewlebé.. BIRAYéN EZİZ. wedayé mezin,di qurana pîroz de,navé me, daniye mumin u wî,ev nav u hemu nîmet emanetî me kiriye..u bé guman emaneta herî mezin,îman u îslama mirov e, lewra,huzur u seadeta dunya u axreté,ancak em bi nimeta îmané,bi dest dixin..loma,ji baré stuwé me ye ku em,di her şert u merca de,xiyaneté li îmana xwe nekin u lé xwedî derkevin..li soz a ku me daye rebbé xwe,kelîma şehadet u tewhîda rebbé xwe, xwedî derkevin..li gor ku îman dixwazé,em hayata xwe,bi exlaq u emelé spehî,bi xemilînin. BIRANOO kesé ku bixwazin ku îman u îslama mirov, xerabikin u dizya manewiyata mirov bikin u bi navé xwedé u îslamé,mirov bi xapînin u xayintiyé bikin,firseté nedin wan u vî emré qurané ji eqlé xwe dernexin [[gelî bawermendan! Bi xwedé u péxember re,xiyaneté nekin u di gel ku win dizanin,xiyaneté, li emaneté li cem xwe nekin] ] BIRANO Qurana pîroz u sünneta péxember,emanetî me mumina ye..her wekî péxember é xweda jî,ev tembîh li ümmeta xwe . |
kiriye. u dibéjé[ez ji we re, du [2] emaneta,li pey xwe dihélim,ger win,wan ji desté xwe bernedin,win riya xwe şaş nakin,ew herdu emanet jî, kîtaba xweda u sünneta péxember e]] BIRANO Îro wezîfa me,muminan, ku em qelb u dilé xwe u hayata xwe,li gor kîtab u sünneta péxember ava bikin u sermaya xweyî [1400] salî, ji îlm u îrfan a ku bi kîtap u sünneté hatiye stırandin,em xweşik fém bikin u lé xwedî derkevin, u adalet medeniyeta kîtap u sünneté,ji însaniyeté ra, teqdîm bikin. BIRANO em ewladé adem u hawwa,em tev, emanetî hevin , loma gerek,hayatek,bi heskirin, hurmet u hevfémkirin,di nav me de hebé. keder u şahiya hev,wek ya xwe u tiştén ku em ji xwe re dixwazin, bixwazin ji birayén xwe re. lewra réka îslamé, vé dibéjé. di hedisé de[musluman,birayé muslumaniye xayîntiyé lé naké,derewa lé naké,u ji pişta wî, na re vé,u wî di astengyé de nahélé] lewra mumin,ew kesé ku bi hevalé xwe re rast u wefadare.. pékvejîyan u parvrkirin,tebieté wiye u alîkar e. BIRANO Di vî umré meyî kin,ku wek avé di heriké u nefesén meyî hejmartî jî, emanetén me ne,aql, qelb,ziman u tamamé bedena me,emaneté me ne,u ew aîla ku waré huzur é ye u zarwén ku nur a çavén mirovin u cîranén ku mirov muhtacî arî uxweliya he ve u mal u mulké mirov u zanebun u serweta mirov, tev emanetin..u xwedî derketina,li van emaneta,sebebé rizaa xweda ne.. BIRANO ev welat u wetené ku axa wé,bi xwîna şehîda hatiye strandin,u Ala serxwebuné ku té li ba kirin u ev ezana ku şiara îslamé ye u té xwendin,u bi dawî hemu muqedesatén mirov,tev emanetin..xwedî derketina li van pîrozan,wek cané mirov,ew ji emanetin. Xwedayé mezin,me teva,bigerîné,ji wan kesén ku li emaneta xwedî derdikevin u şeref u heysiyeta wan di parézin..u bi xiyaneta emaneta, me rzîl u ruswa neké u me bi gerîné ji wan kesén rast, sadiq, emîn u bextiyar, ku cenneta firdews ji wan re, cîh u war e.. amin.. |