Normal…

Gelek têgeh hene ku em wana bikartînin. Lê li ser wana em hûr û kûr nabin. Em qîma xwe bi peyvê tînin. Lê ev têgeha ku peyve dike têgeh, ji me re bi timamî ne baş dîyar e. Ji ber wilo jî gelek caran gotubêj, niqaş û gotar nagîhêjin armancên xwe.

Mirovên me hevdu baş tê nagîhên.

Ji bedela ragîhandinê çewçew pêş dikeve.

Ji bedela zanebûnê cehalet derdikeve pêş.

Ji bedela naverokê formalîzm dibe bingeh.

Herkes li gora têkûzbûna xwe hinek encaman ji ragihandin, ziman û peyaman derdixine. Têkûzbûn li ba hemû mirovên ku başdarî çalakiyeke şênber dibe, ne di heman astê de ye. Tekûzbûn ji weke mirovan bi xwe ye! Bi hemû hebûna xwe kî çi be, têkûzbûna wana jî weke wana ye!

Em dizanin ku têkûzbûn jêhatbûna zimanî ye, zanyarî û kamilbûn e.

Ma şik di vir de heye?

Gava ku têgeh ne baş zelalbin ragîhandin, peyam û ziman beravêjî dibin. Ji ber wan sedeman jî divê mirov têgehên xwe hergav zelalbike. Kosp û sêncên ku li pêşîya zêdekirina zanebûnê hene û dibin pêşberî li miqabilî tovbûnê, divê mirov piralî êrîşan bibe ser wan. Dûra gav bi gav divê em wana ji holê rakin.

Di vir de hosteyîya ziman û ramanên zelal alavenê me ya helî bi rêk û pêk e.

Di niqaşên sîyasî û kulturî de tevgera Kurdan gelek têgehan dide pêş. Lê hemû kes van têgehan li gora xwe şirovê dikin. Yên ku xwediyê têgehan e, yên ku têgeh afirandine, gava ku di peyama wana de valayi hebe, wê gavê peyama têgehan rast naye fêmkirin.

Ev valahî ji aliyê mirovên nezan de tê miştkirin.

Pêwendiya sîyasî û kulturî wê gavê afirîner nabe, ziman diqûrmiçe û aqilê mirovan jî veca nema têra wana dike.

Di encam de sergêjekî û tevlihevî çêdibe. Bar girantir dibe, xebat zehmetir dibe û doza mezin li paş dimîne.

Ma ev normal e!

Normalbûn li gora çi, li gora kê? Li gora kîjan hewcedariyan?

Hilbet ev normalbûn li gora xeyal û bendemayên civatê ne. Li gora hinek mirovên beîdeal ew rewş normal e. Li gora ziravîya pirsa Kurdan, ev rewşa ku ez qaldikim ne normal e. Ji ber ku em di gelek warên sîyasî, kulturî û netewî de dereng mane.

Dibe ku hinek civatên din karibin vê rewşê weke ‘rewşeke normal’ şirove bikim. Lê civata Kurdan, her ku pêvajoya rizgarî û serxwebûnê li paş dikeve, pêre pêre texribatên gelek mezin derdikevin pêşiya me.

Diz dibin dewlemend, tewtewe dibin şêwirmend, leheng dibin pepûk, qeşmer dibin zane…

Ma ku di pevajoyek normal de zimanê me ji destê me here, em dikarin weke mirovên Kurdperwer vêna normal qebûl bikin gelo?

Ma ku hejmara kundiran di nava Kurdan de zêde bibe, ev tiştekî normal e?

Ma ku gelek sîyasetmedarên Kurdan xirîxerabe bin, ev tiştekî normal e?

Ma ku rewşenbîr bibin mirîd, xiştan li xwe xin, ev tiştekî normal e?

Ma ku gav bi gav dewlemendiya welatê me têkeve xizmeta kolonyalîstan, em dikarin weke Kurd vêna qebul bikin?

Ma ku li ser navê sîyasetê mirov diziyê û kûrtêlxwîriyê bike, em dikarin weke mirovên ku hevalbendê kêdê ne vêna qebûl bikin? Ma ev tişt normal in?

Ma gava ku sîyasetmedarên Kurd bibêjin; kes nikare Kurdan û Tirkan ji hevdu biqetîne, ma mafê wana heye ku li ser navê hemû Kurdan biaxivin?

Ma gava ku siyasetmedarên Kurdan bibêjin me Kurdistan navê, me dewlet navê, me al navê, ma ev normal e?

Gava ku anormalbûn bu normal, di vî mastî de mûyek heye!