Pêşmerge, gelekî lê hêjane,
Ewin leheng û şêrê Kurdane.
Peşmerge, wekî şêrî şihara,
Radibê li pêşberî neyara.
Pêşmerge, her demî Pêşmergene,
Tacek zêrînin, ser serê mene.
Wexta Şêx Mahmûd berzencî mêrbûn,
Her li qada serfiraz û şêrbûn.
Rêber Mola Mustafa Berzanî,
Aw Al a rengîn, bi xwer hilanî.
Şerê azadiyê pir bû dijwar,
Pêşmerge, serê çiya nehat xwar.
Ewê bêjin Pêşmerge ne wêrin,
Tirsonek in direvin, ne şêrin.
Ew di nava Kurda de bûn fesad,
Ewin ji dijmin re bûne qewad.
Di xwazin ku xerakin ser û bin,
Me tev bikin kole ji bo dijmin.
Ev xaîn û terorê nav mene,
Ev ji hêka xwede xerabene.
Ev nêhtê wan tev ji bona dijmin,
Emê van rezil bikin mêr û jın.
Evê ku gelek dikin firte firt,
Herin Şengal kes destê we negirt.
Ê ku dixwazin Kurd û Kurdîstan,
Ew dilxazê Kurda ji dil û can.
Ewê ji wê malbata xanedan,
Ew xwedyê daw û doza Kurdîstan.
Ew cewherê ji dir û zêr, kîye?
Ewê bi şewq Mesût Berzanîye.
Evê ziman dirêj beraday pîs nefer,
Heger hûn wisa mêrin herin şer.