Bi navê Xweda . Ez dest pê dikim. Ezê lêkolîn, û dîtin û nerîn ê xwe bêjim. Gelî misilmana, li vî welat ê me ê Kurd a. îlim xwendin gelek kêmbû berya niha bi demek ê felsefe, edepyat, dîrok, ilmê civakî, ev xwendin tine bûn. gelek kêmbû Lê cihaleta me gelek hebû pir zêdebû. Îro jî li gorî demê û li gorî xelk ê cîhanê dîsa em li paşin hê nezani ya me pir e. Lê berê bahwerîkek me qewîn hebû, em gelekî li dîn ê xwe guhdar bûn, bahwerî kek me qewîn hebû, em ev Milet ê kurd xwedî sozbûn, ev Milet kulturek e wî edetne vî Miletî pir baş hebûn. Ku sozek bidana ew tu carî ji wê soza xwe nedvege ra, ku serê xwe jî têde bida na ji ahda xwe nedveger ya, ev jî ji îmana qewîn bû.
Ez nihaka bala xwe di dime vî meletî . Ez di wan di fikirim ez balê di kişînim, Ji sedî not ji wan a xwe winda kirn e, xirihan e “Xweda û Peyxember” Ji bîr kirn e, heya wan ji wan tune ye, ev qisim ji xeyn î pera û dolarê emerîka pêde tişkî dî nel bîra wayi, ew ji xeynî pera tiştkî dî nas nakin pera tenê nas dikin. Wekî “Şêx mihyedîn ê erebî” ku kuro rebê we vaye di bin lingê minde ye. Gelek Ji van insan a Rebê wan bûye pere. Ku tij wan re bêjê filan kes insanek başe qence durist e, misilmanek î xwedî ûjdan e, Edaleta wî heya, Milet perwere, ji welatê xwe re eramî di xwazê, ji malbatek e başa, rabûrî wî paqij e, merde bi namûse.
Lê mixabin ev tiştê baş li cem vî miletî ne rewacin yanî ne gêçerlî ne. Ew insanê baş, ku çiqas keda wî hebê jî, li cem vî miletî vala yê pûçe. Pêşî di pirsin ka ev zilam dewlemendi ya wî çiqas e, wexta ku ereba wî, ne likus bî, qesra wî ne heft tebeq bî, dukana wî zêra tunebî, û çar milyon dolarê wî nebin, li cem vî miletî ne tiştek e welew ku teyara jî bi firên ê. Bo çî ew insana na xapên ê, derew a nakê. Ev hij van insanê durust nakin. Ev kîne ev ew misilman ê ku tilmê wan zerin, hinek ji wan rihên wan gazekê dirêjin, hinek şaşkên wan bi qasî qehfûra ne, û hinek jî kumên wan sipî ne, di destê wande tezbiyên dirêj in, û ber bi camyê de di bezin, û werda di kişê nin û selewatta didin: Lê mixabin ew selewatên wan qebûl nabin bo çî qebûl nabin ev neku ji dil û can ji bonî Xweda rahişt ye tezbî yê ku xweda wî efû bike ev şeml û nîşan dana xwiya yî, erê dirê xwidbê, mela xwidbê di xwûnê, lê ew jê fêm nakin, guhên wan û fikrên wan ne li ser xwendina melê ye, fikrû ramanê n wan li ser fesadî û fitn ê û pera û xapandi na insana ye. Ka mere çi hêvyê û çi qencî yê ji van zir cahîlan bikê evê ku di nava xwede pir mezinin hal bikî dahola valan e ev ji wanre bûye kultur pesnê binafiqa didin li cıvata binafiqa na berbendî pîsane ku suxrekê xwe bi wan bikin.
Îşê wan senetên wan, wesfê pîsa didin, wesfê diza didin, dibêjin filan kes çi jêhati ye, bo çî Dizî kirye yanjî fêlne hîn ji dizi yê xerap tir kirne xaînti ya miletê xwe kirye îlle tiştê baş ne kirne, her xerabî kirne ew her wesfên wan didin û bi qurûşekî fêda wan nadê kur û keçên adem dijminê “Zarwên hz Ademi n” Tiştik kêm maye nîzêk wê wêjî bêjin wê wesfê şeytan jî bidin, wê bêjin yahu şetan çi jêhati ye zora Adem bir wî xapand, gelek zaney e di hesidne şeytan jî . Evê ku wesfê şeytên bi din ew hê ji şetan jî ahmeqtir in ku şetan ne ahmeq ba xwe ned xiste wî halî bê emrî ya xweda nedkir evên wisa ez çi bêjim, yan ez ne bêjim xwedê jê standîne.
Aqilê wan di çavên wande û di guhên wade ne tiştê ku bi çava di bînê û ku bi guhan his dikê van tişta tenê zanin şûnde sietekê nizanin ewê ku fêm dikê jî li gorî wî aqilkê xwe î sivik di wezinê nê. Ew insan ji wê sieta ku têde dijin şûn de, hişir rabê, an cenet werê, jê bê xeberin, ku tişt derbas dibin ji nûde gazina dikin di bêjin kuro bê çi bê bav derket in yan jî di bêjin weke tirka nanê wan li ser kaba wane ye bê bextin, a pêşî heta ku em ev nezanin, heta ku ev diz û derwîn, û viroker edûqewm, û gep revên û parî xwer, ji mere bibne rêber em huzûr û eramî nabînin, Azadî dûre her wê li ser serê me wê zordar û kotek ker dewam bikin. Em gelek ji xwe razîne lê em sêwyê bê dê û bê bav û bê xwedîne, em li hevdû bi kînin û bi hincetin, em li hevdû bi gazin û sebin, em bê hesap û bê kîtap‘in kî çi sûcî dikê ne mahkame heya, û ne hakim heya, û ne sanik heya, û ne sandelya heya, temamê wan her yekî li sazekê dixin û bê not û bê perde erê ji sazê deng tê lê belê ne bi ti zimana ye heta ku tu karibê ber sivekê bide. Em berben dî ku ji berxweve ji mere li hev werê, an jî ku ji asîmana de bi barê em bidne hevdû. Her wextî em dibêjin “Xwedê mezine” lê Xwedê ji her kesîra mezine nej me tenê re mezine.
Belê misilman no heger hûn ji hebûna Xweda bahwer dikin ku Cenet, û cahnem, û buhuşt, û dojeder, ev tişt hene divê ku hûn xwe bi parêzin: Ezê şîretek e baş li we bikim rêzanek î ku her dem bi were bê. Daîma di xwe bi fikirin ku hinek malê we bi xwin bi we xweşe yan na, ku hinek çavên xwe berdin namûsa we, bi we xweşe yan na vesaîra. Her tiştî wilo xwe qiyas bike, bê çawa bi te ne weşe wisa bi hevalên te jî ne xweşe misilman. Ezê mînakê bêjek ê an bav û kalan di bêjin neçe serê diyara hêr –hêrê neke a ku bi te têşê bi hevalên xwe jî neke. Ezê tişkî dî hîn weştir ji wer bêjim qenc bi fikirin. Gelek tiştên ji wer e xweş û baş hene û derfet tên ber dest ê we hûn newêrin bo çî ji tirsa ku ew zebanî yê ku insan a zalima çê kirne yanî du polis yan jî du cenderme. Wexta ku hûn ji van tîmên guneh kar di tirsin û gelekî jî Lê hun çima ji zebani yê Xweda na tirsin. Birano ma qey ev ne besin ku hûn fêm bikin ev besin ku fêhm û aqil hebê ev besin zidene jî.