Gelé bawermend..di weqtikî de ku resulé xweda,bi sehabé xwe re runiştî bu, ayetek ji qurana pîroz xwend ku ev ayet behsa ehlé kîtaba dikir bé çawa dîné xwe tehrîf kirine u waha dibéjé[wan:[cihu, fillehan]ji xeyrî allah,haham u keşşe u rahibén xwe u îsa yé kürré meryemé, kirin rabb ji xwe re, halbükî ew hatibun fermankirin ku yek xwedayî bi hebînin ku ji wî pé ve,tu xweda nînin..ew, ji saloxdayîna muşrika pak u paqıije].. dema resulé xweda,ev ayet xwend ,yekî ku beré filleh bu u di piştre musluman buyÎ hebu di nav sehabé de u îtîrazkir u got[ya resulé xweda,me îbadet ji wan re, ne dikir]tu çawa,vé dibéjé?]Li ser gotina wî,péxemberé xweda,waha cewap da,[wana:[yanî haham u keşşe u rahibén we]dema tiştén ku di xwestin,ji helalî heram,u ji heramî jî,helal dikirin u we jÎ, di da pey wan,ma ne wisa bu?] péxemberé xweda sualkir,ew kesé ku îtÎrazkir got belé ya resulellah,li ser cewaba wî,pîxemberé xweda waha got:[ha eve îbadeta ku we ji wan re dikir] BIRANO..ev ayeta ku me xwend, didé fehm kirin ku însan,di tarîxé de,di fehmkirina dîné xwe da,ketine şaşîtiyé u dîné xwe xera kirine. Loma jî,xwedé teala bi wasîta péxemberan,ji adem heta hz. Muhammed[a.s]ji bo dawa tewhîdé péxemberén xweyî pîroz şandi ne] BIRANOO..baweriya tewhîdé, riya rast u musteqîme,di vé riyé de,îbadet u taeta xweda heye,di vé riyé de,teslîmîyet u ubudiyeta xweda heye.di vé riyé de şirk u küfr u dü rutî,nî ne..bi gotin u amel,rastÎ u durustî heye..di vé riyéde, exlaq,dilxwazî, xérxwazÎ,u fazîlet heye..di vé riyé de,xwarî nîne,durustî heye. Xiyanet nÎne,sadaqat heye..di vé riyé de,zulm,zédegavÎ u şaşîtÎ nîne..rastmeşandin, adalet u hevalbendiya heqyé he ye. BIRANOO. dawedaré dawî, bibal vé riya pîroz ve,hz. Muhammed mustafa ye,bi péxemberiya wî,u daxistina qurana pîroz,dîn é Îslamé tekmÎl buye.. piştra,gelek kesé bextiyar ku ehlé îlm u îrfané ne,ev dîné pîroz nîşané xelqé dane u ji heqyé re,rehberÎ kirine..u hinik kesén di kirasé |
ehlé heqyé de ku riya şaş,nîşanî însana dane hene.... BIRANOO..Di riya rast u musteqime de,kes,di ser xweda u resulé wî,quran u sünneté ra, mestir nîne u nadé péşyawan,u di riya rast u musteqîme de, guhertina ré u esasén dîné îslamé, ne heddé tı kesiye, lewra di riya musteqîme de,li gor kéf u zewq u menfaat u xwestina ti kesî,helalé xweda heram nabé u heramé xweda helal nabé.lewra,tewesula bibal vé riyé ve,sebebé vala kirin,tehrîfat u xerakirina dîné xweda ye..u çé kirina dînkî cuda ye,ku ev rewş derketina ji dîné xweda ye.. Bizanîbin gelî muminan kesé ku bidé péşya quran u sünneté,wiya dînkî nu u ré, rébazeke nu, ji însana ra derxisti ye.ew u kesé bidé pey wî,réwiyé réka betal u beyhude ne,,u bizanîbin ku li muqabil wé riya xerab, riya rast u musteqîme heye ku réhberiya quran u sünneté ye u hayata paqij,ewa li gor çand u medeniyeta îslamé ye.. BİRANOOO. li gor baweriya îslamé,ji xeyrî péxemberan, kesén bé guneh u masum nînin.li gor dîné îslamé,kesé ji derveyî péxemberan,kesén xwedyé meqamé bilind u hilbijartî u bé xeta ku îtîraz lé neyé kirin u peyva wî neyé red kirin, kes nîne..u peyv u eser u emelé tı kesî, bi baweriya ku ji hîkmetekî ne xaliye,pîroz u muqedes nayé dîtin..u di bé emriya xwedé da,îtaa ti kesî nayé kirin.îtaat u grédayiya rast,ya quran u sünneté ye.. ... BIRANOO..Bizanîbin ku hemu kes,aqîbeta xweyî,di axreté de,bi emelé xweyî dunyayé tayîn u qezenç diké..ti kes, bar u mesuliyeta xwe navé ser pişta hina di..roja axreté umuda mirov,îmana mirov ya sadîqe ye u niyeta mirov ya xalîse ye u emelé mirov yé salîhe u qelbé mirov yé xalis u muxlîse ye.u bi dawî bext u waré mirov,rehmeta rebbé ezîz u qadir e.. BİRANO. xedayé mezin,me bigerîné ji kesén ku ji wezîfe u mesuliyeté xwe xeberdar u hişyar u me şaş neké u ji rehma xwe, nehélé ,bé par..u xwedayé mezin, kesén xerab ku bixwazin dîn,îman u meqedesaté me , bi lewitînin muwafaq neké u me ji riya rast, musteqîm,mahrum nek ya rabb..amîn.. |