Vefakarlık hutbesi

GELéBAWERMEND..péxemberé me,hîn nehatibu dunyé,bavé xwe u di umré bi çuk da jî,kalé xwe abdulmutalib,windakirin u yetîm ma,di piştra apé[amé]wî,ebu talib,ew girt cem xwe,jin ama wî fatîma,pir lé miqatebu u séwîtyawî pé ne dida xuya kirin.bi merhemet u şefqet,ew biraziyé delal mezinkir.péxemberé me jî,ji wefadariya xwe, dema jin ama xwe windakir u wefat bu,di got diya min  wefat kiriye.u qenciya wé ji bîr nekiriye..u bi wefata wé,pirr xemgîn buye.u péxemberé xweda, bi şexsé xwe,daketiye qebra wé,u cilé[elbisé] bedena xwe,bi ser dakiriye u defn kiriye.li ser vî qîmeté zéde ku péxember[a.s]daye jin ama xwe, sehabiyan sebebé wé sual kirine,wî jî,waha cewap daye,u wefakarî daye xuya kirin u qenciya wé ji bîrnekiriye u gotiye:[ew wekî diya min bu,berî zarén xwe,bi min alaqadar dibu,berî wan ziké min tér dikir.u guhdida min.]]BIRANOOO..me ji resulé xweda fehm kiriye ku exlaqé mumina wefadariye, lewra ku péxemberé  wefadariyé bu,qenciya ti kesî ji bîr nedikir u mutlaqa rojké ew qencî li wan vedigerand,ji dost,ehbabé xwe re,gelekî xérxwaz u wefadarbu,di durketina ji xiyaneté jî, musluman şiyardikirin u di got:[di roja qiyameté de,çi nankor u xayîné heye,wé ala[bayraqa] wî hebé,da ku pé bé naskirin.]]herwekî  té zanîn ku resulé xweda, pirr  tembîha ku mirov,sadiqbé bi dosté xwe re dikir..BİRANOO.péxemberé me,ji herkesé bétir, tembîha wefadariya ji bo  dé u bava ra dikir.. lewra dé u bav,ji ber ku umré xwe,di ber ewlada de xerc dikin,ji herkesî  bétir,layiqî qencı u wefadariya mirovin..lewra  di dema péxember de,serpéhatîkî waha çé bu ye,xortekî ku aşiqé péxemberbu,bi seferikÎ diréj ku çend roja dewam kiriye,bi ré de hatiye u bi dawî gihajtiye medîné, cem péxember u gotiye:[ ya resulé xweda,mi dé u bavé xwe,bi  girî u bi héstré cava li pey xwe hiştin u ez hatim cem te.]li ser vé gotiné,péxemberé  xweda,waha fermankir,[[veger cem dé u bavé xwe,bé te çawa ew xemgîn kirin,wisa wan,keyf xweş jî bik.]] BİRANO. Péxemberé xweda,da ku mér,jin,efradé aîlé,ji hevra herdem wefadarbin, ewel ev exlaq di  xwe de,di hayata xwe de dida xuya kirin u tetbîq dikir.loma jî péxemberé xweda, dema ku hevala xweyî heyaté, diya me xedîce 
 
[r.a]ya sadiq u wefadar windakir u wefat bu,pir pé xemgîn bu u di tamamé umré xwe da,ew ji bîr nekir u her dem bi xér u qencî,behsa sadaqat u wefadariya  wé kiriye.BİRANO.péxemberé me,ji heval u hogir u eshabé xwe re,pir wefadar bu u bi emelé xwe jî,ev exlaq dida xuya kirin..herwekî té zanîn ku péxember ji ber muşriké mekkehé hîcretkir,u çu medîné.di piştre,piştî deh[10]sala, dema fetha mekkehé kirin,ehlé medîné,tirsiyan ku péxember li bajaré xwe bimîné u venegeré medîné,resulé xweda dema bi vé durumé hisya, ehlé medîné civandin u waha axivî[[ez hefza xwe bi xwedé ji vî tiştî dikim,lewra mi hîcretî bibal welaté we ve kir,hayat u mirinamin,wé bi we re bé]]resulé xweda,bi vé gotiné,da  fehm kirin ku heta can di bedené de bé,wé wefadarî exlaqé wî bé.. BİRANOO..bi xemgînî di béjim ku di dunya meyî  îro de,ku ji aliyé îmkanata ve,pir péşketiye, roj bi roj,xérxwazîya mirov ji  hevre kém buye. lewra însan nefsî nefsî bune,exlaqé wefadariyé, xwedî derketina li soz’a,sadaqat u samîmîyeté,roj bi roj,ji holé radibé,meyzekin bé çiqes dé u bav,jin u zarén ku tén terk kirin hene li holé.. BİRANOO . dana soz’é mesuliyetiké dixé stuwé mirov,dema mirov li sund u soz’a xwe xwedî derneket,durustî, sadaqat u wefadarî ji holé radibé,dema ev exlaqé baş u mezin ji holé rabu,baweriya însana bi hev, qet namîné.dema bawerî u ewlewî nema,hizur u ewlewiya millet jî xeradibé u namîné.halbukî ev rewş ne layiqé milleté muslumane.lewra xwedé teala,dema wesfé mumina didé,derheqé wande waha dibéjé:[[mumin ewén ku hay ji emanet u soz u peymanén xwe hene ]]yanî li soz’é xwe dev nuwagherin,lé xwedî derdikevin..BİRANOO.werin em,wefadariya péxemberé xweda,durustî u sadaqata wî xeberbidin u ji xwe ra mînak u rehber bigrin,ji dé u bava,jin u zarén xwe,eqreba u birayén xwe,umrikî sax, wefadarbin.li soz,emanet u  mesuliyeté xwe, xwedî derkevin..da ku herdem em bi xér u qencî,bén bîr anîn u neyin ji bîrkirin..u em li muqedesaté milleté xwe xiyaneté nekin u herdem bi parésın u lé xwedî derkevin  u bé çawa resulé xweda,ji ummeta  xwe re xérxwazbu,em jî, jé re wefadarbin u heskirin u wefadariya ku di eyd u bi qurbana,derket holé,em umrikî sax dewam bikin..