Xemgînim bo çî?

Em tev xortê  ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.
 
Gişî welat pir şêrîn û xweş e,
Gul vebûn çîçek bi rengê geş e,
Gelek bi kêf û dîlan dimeşe,
Gel dibêjin, Kerkuk û Laleş e.
 
Govend û meş heye, gelo çîye?
Li Hevler û Silêmanî  şahîye,
Name û pênus tev bi Kurdî ye,
Sedem û armanc tev giştpirsîye.
 
Ciwan in keç û xort û zerîne,
Bahdînî Sora û Laleşî ne,
Suryan û Kildan û Kekaî ne,
Tev bi şal û şapê hewremî ne.
 
Em bendî roja giran bihane,
Ji birînê Kurda re dermane,
Rêber Eşîrin şêx û Melane,
Eslu pesnê wan tev ji Kurda ne.
 
Lê mixabin ew xweşî û geşî,
Li gelê xwe kirin tar û reşî,
Ev xaîntî bi kûve  demeşî?
Dilê bênamusa qet  naêşî.
 
Hinek derketin eslê wan xaîne,
Me lêkolîn kir gelo ev kîne?
Tev ji Malbata Telebanî ne!
Ev, ne xaînê îro û duhî ne.
 
Ev ji hêka xwede xerabene,
Ev ê dijmin in, ev ne ê mene,
Ji dema Berzencî ve  ev hene,
Bizanibin bê ev bi kûve ne.
 
 Tirk û Ecem dijmin bûn bised sal,
Bo ku Kurd têk bibin bûne heval,
Erebê merdal bo Ecem bûn mal,
Ev hevaltî kine wê werê zewal.
 
Werin em welatê xwe rizgar kin,
Van xaîna ji nav xwe tar û markin,
Bûk amadeye li hespê siwar kin ,
Govend û dîlana bikar û barkin.
 
Welatê me çol û çîya zêrîn in,
Emê îlîm û edebyatê bînin,
Bela Tirk  Ereb û Ecem bibînin,
Lê bela ji me dûr herin xaîn in.
 
Bi sedsala em bi wan re heval in,
Me nasnekrin ku dijmin in harin,
Em wan sersutûyê xwe dikin marin,
Melayên wan jî lewitî û jahrin!
 
Dinav mede hene kurdê parîxwer,
Pêwîste em van xaîna bikin der,
Heta ku ev hebin  nabê  çareser,
Ji bo diravan dijmin kirin rêber.