Heta ku çoxê we evbê Hûnê peya û xwilambin!

HETA KU ÇOXÊ WE EVBÊ 
HÛNÊ PEYA Û XWILAMBIN!
 
Di Herba cîhanê yekemîn de sergirde û rêberê xelkê bakirne gelê xwe dana pêşîya wan û her kesî daxwaz û mafê xwe danîne ser masê, dinya levakirin herkesî mafê xwe sitand gelek an hindik kes bê par neme ji xeynî gelê Kurd! Mixabin û sed mixabin Kurda hey ji qewmîyet nexşî û Netewa tunebû; ancex bi hev ketibûn hevdû talan û wêran dikirin. Ji zulma axa û nijdevana rêjima Kemal biwan xweş dihat, di govenda de xwe dihildan digotin, Kemal bavê metê şepke li serême tê. Îro jî hatiye wê merhalê ji xeletî û zulma vanê ku dibêjin em rêberin, dîsa gel berbi dijminve direvê, hêji ji xeletîyên xwe navegerin bê ka emê dikûve derkevin berê me li kûye nedîyare…      
 
Gelo ma emjî emê bibin mere, emê herin nav mera, navê mejî wê dirêza rêzdara de wê cî bigrê û bê xwendin? Keko bese lo wext gelekî derbas bû heya niha we digot, em nexwendîne, em ligunda dijîn me civîn û serpêhatî neditin, em ne gerane li bajar û şarîstana em bê rêber û rûşenbîrîn û bê nivîskar û şaîrin.
Lê niha hûnê çi bêjin, hincetê we çine? Ku îro di vê demê de hûn sîyaseteke baş nemeşênin rîya rast takîp nekin li Netewa xwe xwedî dernekevin, hûn li halê xwe û mafê xwe nepirsin li mafê hinek dî bipirsin, ev jixwîna xerabeye, ev xaîntîye dibêjin, wer dewê min bikeyêne ezê herim ê mala mîr bikeyênim ev hûnin.
 
 Îro hûn ji sedî heştê li bajar a dijin we tevan mekteb xwend, we dibîstana serete û navîn û lîsa xwend, we ûnîversîta yanî zanîngeh xwend,hûn bûne Bijîjk, hûn bûne Endezyar û parêzger hûn bûne Rojnemevan û Şanoger hûn bûne Qadî û Qaymaqam.
Lê mixabin û sed mixabin li pêşberî gelê dinyayê li ser masê hûn cahîl ker û kor û lalin kurma devê we xwarîye, bê soz û bê biryarin!  Ji Persa re hûn nijdevanin, ji Ereba re hûn şalkêşî û gêrevanin, ji Tirka re hûn gizîr û cenanin. Bê çiqas ev pêwîr û ev pîşe biwe xweş tê, wan çava pahn dikin û wê qemçka biqirêj ditewênin û dijmin qamçî ser were dihejênin hûn tirîyê dilewlibênin, diber nîrde sttukra xwe xwar jî nakin bê xîret xetê neşewşiqênin! Natainin pozê wan naşewitê ji dijmin re bûne raîye.
 
Lê ji hevdûre gelek mêrin hemî sergirde û şêrin her wextî bitrû têrin.  Hinek axana hinek paşana, hinek Mîrin, hinek wezîrin, ew ne di wî fikrîde ne ku reben û feqîr û hejarin!  Hinek Komunîstin, hinek Dahaşin,hinek Demokratin û hinek cahîlê berebatin. Me gelek hewl da bi xwendin û bi gilî û gazin, bi perwerde û bi berger me jiwan re nivîsîn hin şîret û hin eser bi xebat û lebat û tevger. Hatne bijartin çend rêber, me jevre sûnd xwar bi Ol û bext ku em jî bibin xwedî komar û text. Keko me tiştê xerîb dîtin medî hineka rahişte melhêbê, hineka rahişte sêgulîk, hineka rahişte bêrê êrîş kirne bênderê yekî virde dêra û êdin bi wirde dêra heta ku li cîyê bênderê ma qersel û ax! Xirpo û mirpo ew riya rast xerakir û koza berxa kirne devê kula gur. Sifre tê ber wan naxwin yan wê lingê xwe lêxin bikulipînin yan wê hinek ji wan di navde miskin bihermênin û hinek jî dibêjin yaho ev sifre nelayîqê meye em kole û merdalin. Hûn xwedê jistandîne gok tê ber kaşoyê wejî hûn lê naxin heta ku hûn xola dixwin.
 
Her wextî û her demê derfet nayê, carek an ducaran ferset tên fersetekî sîyasî hat lê we qelema xwe neşixwiland ma qey mîjî diserê wede nîne? Belê mîjîyê wejî heye Xweda kesek bê mîjî çênekirye heman çiqas aqilê mere kêmbê jî mere li der û doran di nerê fêrî tiştna bibin bê xelk ji xwere çidikin çi dixwazin hûn jî wekî wan bixwazin, hema bêjin emjî wekî we, em tişkî zêde naxwazin em wekî hev. Bêjin heta niha zulûm û zora ku te kir ji tere bimînê besî teye, perdekê bikşêne ser ji vir û pêde em tev wekî hev. Lê belê ku dijmin ji were dibêjê merheba ji aşqa hûn şaş dibin di şewişin li beroşa şîr diterpilin di kulipênin zarwan teva bê taştê û bê şîv dihêlin!  Ku çav li dijmin dikin biser pêlava xweve nabin bê şêwir û bê tedbîr dibezin bal neyar ve. Ewê ku hem doste û hem neyare talîmatê didê herin filan derê ser û bin bikin nabêjin boçî, dibêjin sersera ser çava zanyar û rûşenbîrê me dibêjin keko ev nabê wisa nekin, dibêjin neştexlin emir hatiye, ê keko xelete bela ji kû hatibê xelet xelete. Kes nizanê emîrdar kîye û şêwirmend kîye, serbaz kîye, sîyasetmedar kîye û xwedî biryar kîye?   Hinek paşana hin mîrin bê wezir û bê gizîrin wekî serxwebûna mirîşka.