Kor çawa dimeşin?

Hûn ne gorin lê hûn xwe dikine kor, ancex xweda çêkê li jor.
Gotine ê dewlemend : “Birayê te feqîre çima tu tişkî nadyê” Ewî got: Ez didimê jî ji dest min nagrê ma ez çawa bikim ? Gotnê: “Ha waye birayê te birêde tê tu kisikik zêr bibe li devê riya wî deyne û were ku gîha kisik wê ji xwe re rajîyê wê bînê û halê wî wê xweş bê.
 
Zilam got : “Serçava ezê wisa bikim kisek tije zêr kir û bir li devê riya Birayê xwe de danî û vegerîya hat mal, hevalê wî jî lê temaşe dikin!  Birayê  feqîr jî dirê de tê dimeşê çend gav man ku bighê kîsê  zêra ji xwere ku, vêga  evê  kor  çawa dimeşin herdû  çavên xwe girtin û meşî heta  texma  zêra derbas bû  ji nûka  çavê xwe  vekirin got, kuro wele ev koratî  ne tu halê lo.   Birayê  zengîn gote cıvata xwe  “Ka ma gazinin we man, tevan gotin: na welahî ev xwedê  nadyê kes nikarê bidyê de!  
Îca keko gelî  Kurda aynî wekî wîyê ku digot, ka ma kor çawa dimeşin aynî  wisa li we hatiye, derfet hatiye ber devê derî îstiqlal, serbixwebûn hûn bi zîtirka pev ketine. Vê derfetê ji destê xwe ber nedin vî mafê netewî û gelê Kurd û Kurdîstan’a ev ne mafê yek û dudoye, ku hûn vî mafî ji destê xwe  berdin hûnê ji gazin û lomê gelê Kurd çawa di tirbê de bisekinin?   Mafê vî gelî bi dest bixin bela dilê gelê Kurd û Kurdîstan rihet bibê û dûvre hûn zîtirka li hev dixin hûn serê hev dişkînin hûn hevdû diz dikin hûnçawa dikin bikin. Pêşî pêwîra xwe bînin cî wekî mêra wekî rêber û lîderê xelkê hûn jî bibin mêr ku hinek ji were jî bêjin aferîn!    Hûn evê ku we xwe kirî rêberê Kurd, hûn kûr û dûr bi fikirin ka dawîya we çîye ? 
 
Bixwînin û bi fikirin dîrok û bûyerên derbasbûyî bê bi çi şêweyî ev gel hat xapandin û bi serneketin, bela ev her wextî di dilê wede tomarkirî bin.  Serxwe bûn  wekî lîstika satrencê ye ku li cîkî we xeletî kir û gav şaş avêtin ew xebat û keda bi sed salan bi erdê de dirjê, ku rijîya hûn nema karin bidne hev.  Nerjênin birano nerjênin bi hevdû bişêwirin, helbeta her kesekî tiştna zanê.  Pêşî di gelê xwe bifikirin ku hûn ji gelê xwe re riknekî deynin şeref û meznati tev di wirde ye, nedi çar kurûş dirav dene.  
Bakin zanyar û rûşenbîr û nivîskar a ev xerabî ji van çênebê lê ku hûn diz parîxwer û geprevên a li xwe divehewînin dîwan diherimê, dîwanê nehermênin bi vî karî we bawerî ji gel re nehişt.  Her serê çend rojan hûnê di çapemenî’yan de tiştna bêjin wekî ku tu bizmaran di cênîka mere de bikutê! 
 
 Her tişt nêzîk bûye wê nezîk ne dûr rastî û nerastî tev derkêvê holê, lê hîn jî cîyê tewbê ku ji xeletîyê vegerin wext heye lê hindik maye. Wexta ku me got Kurd û Kurdîstan ew bend û berberîya gunda û kelavajîkê kolana tev betal dibin tev netew e.  Li pêşberî xwe hêzê xelkê bibînin û xwe jî bikin hêz bela xelkê dinyayê jî we bibînin ku hûn jî hene û hêzin hêza netewîne. Bi Kurdî biaxivin bi Kurdî bifikirin bi Kurdî razin û bi Kurdî xewna bibînin, bibne Kurd û Kurdewar, nebne zirtole!