Ku te girt ne berde, Ku te berda pey nekeve!

Keko çima hûn liber xwe xeradikin û peyra dikevine xewn û xeyalan de pey tirê tazî dikevin kurt û pist. Tiştik ji kurt û pist dernakevê. Ku dîwar hêrift ji nûve dibêjin hahaha wele xera bû. Çavê we heye lê hûn nabînin, guhê we hene lê hûn his nakin, zimanê we heye lê hûn lalin ka ev çima wisaye?  Ev hemî ji ber ku dilê we nesafîye wexta ku mere bixwe re xaînbê mere kore û kere û lale !
Belê li temamê dinyayê fikrû ramanê ne wek hev hene li pêşberî hev nîqaş û nakokîyan derdixin, lê ne bi qasî gelê Kurd. Gelê Kurd bi sedsala hevdû riswa dikê hevdû pîs dikê, hevdû bê rûmet dikê, kîn û edewateke tûj û dijwar bi hevre dimeşênin! Di nav wande zane û Rûşenbîr û nivîskar û şaîr û dîndar jî hene. Lê mixabin kes li kesî nahisênê, kes kesî naecbênê, tamûlata kesî ji kesî re nîne.
Xweda zanê hê jî me vî gelî sebebê bê tifaqîyê fêm nekirne.
Dermanê vê nexweşîyê çîye?  Em tevan dermanê vê nexweşîyê zanin lê em nikarin peyde bikin. Li mazatê pire lê em nikarin bi kirin. Kirîn ne bi pera ye ji kirîna vî dermanî re gelek aqil û gelek sebir û gelek tamûlat pêwîste. Heta ku em karibin dermanê yekîtîyê peyde bikin. Yekîtî ji her tiştî zahmettire. Pêşî divê ku bahwerîyek hebê, divê ku ew bahwerî rastiyekê bibînê, ku bahwerî rastî dît wê licî rûnê, ku bahwerî bi cîhat qenaet anî riknek tê danîn, ku rikin hate danîn roj bi roj hotsa wê werne ser ew avayî wê bilind bibê. Ku gel avayî dîtin wê xwe lê bigrin kom û komel wê çê bibin. Ku rez hate danin helbete wê ber jî bigrê gelê me wê jê bixwin! Lê helbeta hinek wê bikin û hinek jî wê bixwin, di dîroka dinyayê de ev derbas dibê. Ê ku dahl danî tab û zordarî dît ji wanre nav û rûmet dimîne heta dinya hebê! “Mele Seîdê Kurdî ji mere gotiye, heta ku sê tişt dinav mede hebin xilasya me nîne.” Ew hersê tişt çine? Nexweşya mezin cehalet e, a dudû wa feqîrtîye, a sisîya xîlafet anî hevdû qebûl nakin. Bi hevdûre suhbeta millî bikin dîrok û bûyerên ku bi serê we hatine jevre bêjin, rexne û pêşnîyaran binde hevdû. Ligorî çanda xwe û rêz û edebê xwe li mala xwe perwerde bide zarokê xwe