Rewşa Kurda û sazumanê Akp wê çava bin?

Hılbijartin ji qediya ew xwn û xeyalén ku gel dıfıkırin gelek jé belavajî çébûn.  Lé tişté ku derbas bûn ew çûn nema vedgerin, lé tişté ku mane û gelek gelé me alaqadar dikin hene, divé ku em lıser wan tiştan bifikirin û ramanén xwe béjin.  PiştÎ Serok-Komari  bû Serok dewlet, pergal û zagon hinek wé bén guhertin. Ka em lı vé mijaré binerin lıhalé Kurda wé çawabé?

Didamezrandina Cumhuriyeté û heta înqîlaba duwazdehé élûné Kurda çi kir û çi difikirîn û 84’an û heya niha çi kirine çi difikirin çiqas kar kirine û çiqas xesirîne, gereke her wextî ev dinav hesab de hebé  lıser masé bé.  Li gorî fikrû ramané min wé (CHP bıqedé) wexté CHP temam bû téra xwe zılmû zordestî kir hemî jî lı gelé Kurd ew jî kevnare bû koka wé rizîya wé heré. Lé nediyare ka wé ji bonî Kurda jî vîr û pêde, çi kar û çi zerar wé weré ne dîyare. Lé ew réxistiné ku navén xweş lıxwe kiribûn lé hevsaré wan veşartî dıdesté Kemalîta de bû, wé ew Jî herin herkes wé deftera wan bé vekirin emelé her kesî wé dîyar bibé.

Lé gelek girînge  ew Kurdé ku bı Îrané’ re û bi Îraqé’re hevaltî dikirin cîyé ji Kurda distandin û didane desté Heştî Şabî û binavekî welat parézî jî xwe didine naskirin! 

Gelî Kurda hûn ecéb nebînin ku Îraq û ÎRAN Bi Tırkîye re bibne yek ku péşî li Apocîya xin û dûvre li temamé Kurda xin dûr nebînin şaş nebîn.  

 Ev xal yek.    Xala duyam.

Gelê Kurd dane ser rê lê nizanin ew rê diçê kûderê, û nizanin ermanca wan jî çiye?  Ew ermanca dilê wan û ew riya ku dane ser ew nizanin ew rê wê di kûve derkevê?  Evê xapînokî çend peyvê xapandinê ji wan re gotine di serê wande cemidîye mane wilo.  Ew fikrû ramanê kûr li cem wan nînin, nafikirin lêkolîn nakin ka ew xebatên wan çiqas kar kirine û çiqas xisar kirine vê muhesebê nakin Her dibé ji vir û péde. 

Ew tiştê ku hûn dibêjin û ew ermanc gelek ji hev dûrin. Demokratîk sosyalîzm, pekî  kanî Tûrk ji sedî çend vê sosyalîzmê dixwazin?  Ku Tûrk nexwazin tu nikarê wan bixapênê û tu nikarê wan bi zorê tehdît bikê tu nikarê bi devê keleşkofê Tûrka bînê ser  fikrê xwe!             Yan  ji  Tûrkan veqetin, yan ji vî fikrê çewt, vegerin ser rîya Netewa Kurdî. Miletê Kurd zû qanih dibê zû tê xapandin tirsoneke zû di tirsê jî, lê riya rast ewe ku neteweke Kurdewarî Kurd perwerî ku bedel bidin jî zanin bê diber çide ye, mafek heye, dawek heye, dozek heye di wê riyêde tucarî em ne poşmanin. Lê belê ku çil salî çil hazar xwotê Kurd bidme kuştin û çil metre ax jî bidest nexin bûçi?

 

Ez çi dxwazim lê gelê min çi dxwazê? Divê mere qenc bifikirê ka ji çil mîlyon mîlletê Kurd çend wekî min difikirin û ji sedî çend tam tersîna, eva bû ku ew îş bi zorê çênabê!  Me carkî din jî got, êl yeman beg yeman êl yemane tiştê ku êl nexwaze bela beg tirya xwe bihejîne heta ku kare wê çibkê?   Péşî  netewî  ji zimané zikmakî  dest pédiké, ku hûn béjin ziman ne muhîme wî wextî ne hewceye ku xwe bıdne kuştin.  Heta nihaka ez li firaza we dimeyzénim li ser ziman û nexşe û dîroka Kurda we tu xebat nekirne, û di proseyén wede ji nînin, ev şermeke pir mezine.   Hinekan ev gelê Kurd kirine wekî pepexan a  demokrasî ezber kirine her wextî bahsa demokrasî dikin  û nîzanîn demokrasî çîye jî ez bere dîbêjîn. 

Mîlletekî ku ne pêşketî bê nikarê demokrasî bi karbînê, pêşî netew û wêjeya xwe, nasnama xwe, halbikin xwe nasbikin bê hûn kîne, ji nûka bahsa demokrasî bikin. Heger ku hûn xwe neguherîn hûn li ser vê rîyê berdewam bikin bîst salî din kesek nema wê bi Kurdî  bi axivê heya we ji we tuneye wekî avê asîmîle dibin têne bîşaftin!

Gelê dinyayê nexasîm  Tirk zanin çidikin lê mixabin Kurdê me nizanin çidikin. Ku bighine govendekê direqisin, ku bighine şînekê digrîn, bighine şervanan şer dikin, bighine şêxekî li erbanê dixin li prose û armanca jî napirsin çidikin û çi kirine nizanin.  Efendim gelê dinyayê teva dest bi nîjadperestî  kirine  ême dibêjin na na me nîjadî navê ev mîllî duygu yanî hestê netewî bi wan re tune ne, bûne wekî kerîkek pezê koçera.  

Ew gelê ku netew û kûltûra xwe ser a her kesîre negrê,  dîrok û rabûrdûyî  xwe nizanibê bela bahsa tu edaleta û demokrasî nekê boçî tiştê ku mere nexwendibê yan mere di nav re derbas nebûbê û tecrûba wê nestandibê mere  ezbere tevlî hev bikê ew lewtandine. Tiştê ku hûn ne hostabin ne lewtênin!