Vê demê ez êşandim

Ev dem qet û bile, ne dema  min e, 
Tevlî  hev bûye  ne ser û ne bin e, 
Dikin girik em bê çi  “Te çij mine, 
Li  kolana  pir  qurre,  lê ne tine? 
 
 
 
Zarwê  xwe  tevî kirine hirç û hov, 
Berdan nav bajara tev zîwan ew tov, 
Tu çi bêjê ji wan re nabin mirov, 
Xezeb û pîsîtîya wan  tirs û xof.  
 
 
Ma hûn ji van xeletîyan nebûn têr, 
Werin bi şûnde  vegerin bibin mêr, 
Bikevin  rîya rast wek piling û şêr, 
Xortê  bi şal û şap  keçê ser bi zêr. 
 
 
 
Em tev bixwînin çand û edepyatê, 
Em terk bikin wê kîn û edewatê, 
Bi hev re bibin wekî yek malbatê, 
Bo netew û çandê  bikin  xebatê. 
 
 
 
Bela herkes zanibin ku em hene, 
Em hur û azadin, em ne kolene, 
Em  li çî warê bav û kalê xwe ne, 
Berpirsyar û rêberê me jî  hene. 
 
 
 
Ku em tev bûn  yek  xwedî soz û biryar, 
Nema  karin  êrîş  bikin  ew neyar, 
Wê hebê  leşkerek  peya û siwar, 
Hemî perwerde kirî û pir dijwar. 
 
 
 
Em bidin ber xwe Cizîr heta Firat, 
Em teva şîyar kin jin û mêr malbat, 
Bêjin  va  azadî  û  edalet hat, 
Li ser (Mûhemed Peyxember) selewat 
 
6.11.2021. Dilciwan