DAHÎŞ Bû WAHÎŞ


DAHÎŞ  Bû   WAHÎŞ
 
Evê  paqêwan dirêj û rih zer,
Ev cin û  mel’ûn, ji kû hatne der,
Ev hin  Seûdî  Îraq  û  Qeter,
Ev bûne gur û hirç hink jî bûn ker.
 
Evê ku ji war dibêjin: Dehaş,
Ev gelekî  bûne ahmeq û wahş,
Ev dikin îşê lewitî   çwt  û  şaş,
Ev bûn  qatıl ê kirêkırî û fahş.
 
Ev kîne bûn kom,koma îblîsa?
Ev Afgan û Çeçan ji nav  Rûsa,
Ev  hemî ji  wan  ahlê  filûsa,
Ev  ê Îsane,  gelo  ê Mûsa.
 
Ev jî wek  mirîdê Hesen Sabah,
Ev ji zûde hene ne îro, ne deh,
Ev dikujin û dibê,  ya  Allah,
Ev naberdin Misilman û Fillah.
 
Evin  ku dibêjin, em Misilman,
Ev nizanin  bûn  eskerê Sifyan,
Ev li sifra Tucal bûne mêvan,
Ev  eskerê Nemrûd û Dehaman.
 
Ev Dehaşê qebîh û xwîn tahlin,
Ev  bi kiras  derpî  û desmalin,
Ev  Ereb  û  Talîban  hevalin,
Ev meznê van Cihû,  dîn betalin.
 
Evin ku ji wanr  dibêjin: Dehaş,
Evin ku têne  kuştin  pir  belaş,
Ev  nizanin ku ketin  riya şaş,
Ev winda dibin bê birhan û laş.
 
Ev Dehaş cûrekî Haş haşîne,
Ev wekî  beraza bê serîne,
Ev qatilê Huseyn û Alîne,
Ev hinjî  bê hevsar, bê tirîne.
 
 Ev Dehaş ji her kesî bê minet,
Ev dawî  rûreşin  li axîret,
Ev ne diyare ji kû digrin quwet,
Ev bê hesab bê hijmar bê edet.
 
Ev derketin dibêjin Misilman,
Ev gelek ji wan xort û hîn ciwan,
Ev fêmnakin ne dîn û ne îman,
Ev perwerdene, bo qetla Însan.
 
Ev Misilmana dilewitên in,
Ev cî û wara dişewitên in,
Ev jina difroşin dihetikên in,
Ev van xebîsa bi qewitên in.
 
Ev wahşin zalimin bê huzûrin,
Ev  ji Alema  Îslamê  dûrin,
Ev Ola wan ne Încîl û Zebûrin,
Ev  rayê  wana  gelekî  kûrin.