Ev dused sal mijek tarî dibarî,
Wisa dijwar û tûj tevî bi jahrî,
Lime bû nexweşî derd û hejarî,
Em tevan helandin ev bû zordarî !
Me hebû welatekî bi kar û bar,
Derketin Îtaatçî ewin Tatar,
Ev welat xerakirin ew bûn neyar,
Li ser serê me bûne desthilat dar.
Windakirin ew Ala meyî rengîn,
Dilê me kirin jan û derd tev birîn,
Di mede neman bahwerî û yeqîn,
Nayê hesab ew jan û derd ku me dîn.
Min dît sitêrkek derket ji Rojhilat,
Şewq û şemal dabû birc û xelat,
Ev gul û çîçek vebûn tevî nebat,
Roj bi roj baldibûn reng didan welat.
Welat dengek dabû rengê biharê,
Me Ala rengîn bilind kir vê carê.
Wê bimînê heta hetayê nayê xwarê,
Xaîn bes, bi dijmin re nek bazarê.
Me hey welatek bi ebor berfereh.
Heye Serokek bi text û tac û dergeh,
Ji bav û kal birûmet ne îro û deh,
Destpêk û xebat hezar nihsed û neh.
Xwedî rêz û pêşmerge û netewin,
Xwedyê Kurd û Kurdîstan herî ewin,
Nebaş bo wan çi bêjin, tev derewin,
Kurdê asîl werin, lê xaîn newin.
Mala Barzanîyan tevî mêrin,
Di sîyaset û şorşêd wekî şêrin,
Eslû asaletê wan wekî zêrin,
Her rastî derdixin ew naveşêrin.
Ê ku lêkolîn dikê dilciwana,
Jêre seyrangeh gul û gulîstana,
Welat deşte hem çiya hem zozana,
Kurdno werin, ji tevara mekana.
Em xwedî al in!
Yayınlanma : 05 Nisan 2017 08:16
- Şans nedir? 02 Mayıs 2022 07:32
- Hezretî Îskender kîye? 31 Ocak 2022 10:05
- Nisêbîn warek dewlemend û bê xwedî 20 Aralık 2021 09:29
- Vê demê ez êşandim 15 Kasım 2021 15:37
- Nanê dijmin liser kaba wîye! 17 Eylül 2018 07:14
- PELQÎZAN 08 Ağustos 2018 08:23
- Rewşa Kurda û sazumanê Akp wê çava bin? 06 Temmuz 2018 09:08
- Êl yeman Beg yeman? 05 Nisan 2018 13:47
- Siz Kürtseniz Kürt olun. Bu ne Muğlaklı? 15 Ocak 2018 08:38
- Ew xewa şîrîn 28 Aralık 2017 11:03


