Peyvê Zêrîn!
Yayınlanma : 17 Aralık 2015 13:26
Derewa nekin, Bahwerîkek li dinyayê heye, daxwazek heye, pîvanek heye. Rastî wekî zêre her wextî bi qîmete, derew nepoxa valaye. Lê sade bi gotinê tenê îş û daxwaz hal nabi xebat pêwîste û xwendin girînge, Xwendin mifta aqile, aqil xezîna welate!
Ku em bi hêvyahevdûve bihêlin em bêjin ma min çijiye.
Emê tevan têk herin. Ev mi çijêyo tiştekî xelete heta niha me tu xêr ji vê peyvê nekirye, hertim em di xesirin! Ev ax û av û avayî, xêr û şer bi şîrîkatîye,wexta ku hinek bêjin mi çijêye yanjî hinek bêjin ê min tenêye ez xwedîme ez bidêrim ne dirim asil ezim xeletya mezin eve.
Abaş çiye? ewe ku em tevan dev ji min çi jêyo berdin. Bi civin, bi şêwrin biryarek bi rêk û pêk bidin xebateke bi rûmet bikin ku bahwerîya gelê me û dinyayê jî bi me werê. Lê ku em bêjin wa nahtor heye yan jî bêjin xwe dikin xwedî ez elaqedar nabim ev nebû didawî bi fikire, wê çi werê serê te û gelê te? Ku xwdyê rez her serê sibehê serîkî li rez nexê wê êvarekê ji çar aylanve dizê werin, nahtor yan wê teslîm bibê yan wê bazbidê!
Peyvê zêrîn rastîye mere ji xwere peyva zêrîn bigrê ku tucar zingar negre. Ew kesê ku merevdarin û Miletperwerbin xwdî ûjdan û sîfatbin Netewparêz bin, ev zêrîne! Di nav xebatê dinyayê de her kesekî bi şêweyekî mafekî wî heye, ew însanê ku fikrû ramanê wan baş her wextî tiştê baş ji xwe û gelê xwere bi xwazê, û bi can û malê xwe xebatê bikê û keda wan hebê, helbeta wan heq kirîye ku emjî wan bi nirxênin, bi pesnênin mafê mejî heye, û ewê ku xerabîyê dikin û tevlîhev dikin zîyanê didin gele xwe ew mafê meye ku em wanjî rexne bikin û şîrove bikn.
Belkî di axaftinê de fikrû ramanê herkesî hişkere nabin, lê di xebat û tevgerê wande dîyar dibin bê ji kêre xebatê dikin meyla wan belîye, hingî dost û neyar derdikevine holê heta çi pêlike.
Lê birano pepexan kedî dibin hînî ziman û tevgera xwedyê xwe û cîrana dibin lê mixabin ev gelê Kurd fêrî sîyaset û felsefe zimanê xwe nabê ji xeynî dîtna çava.
Îro û berya nihaka jî fermandarê dinyayê bi teybetî rojhilat navîn kîye? Fermandar ê Rojhilata Navîn û Nato Amarkaya, wezîr û şêwirmendê wî Îngîlîs û Îsraîlin. Wekî wan Keftarê Afrîka carna Rus jî xwe ber bi laş di kedimênê lê bi sernakevê. Hevaltîya Rus beletewşe. Ê ku di fesilênê û didrûwê li mellet dikê, bê berstikjî bê divê li xwekin asil Amarîkaya. Gelê ku hevalbendê Amarîka bê, Amarîka wan bê par nahêlê.
Lê birano hinek ji vî gelî didin ber Rusre didin ser rêka Sitalîn ew qatilê Şoreşa Axrê, qatilê Kurdîtana Sor, xaînê Cûmhûrîyeta Mihabatê di vê nafikirin û na xwînin cahîl kurê cahîlane. Çiqas bi serê wan tê aqil nagrin ma heta kengî?
- Şans nedir? 02 Mayıs 2022 07:32
- Hezretî Îskender kîye? 31 Ocak 2022 10:05
- Nisêbîn warek dewlemend û bê xwedî 20 Aralık 2021 09:29
- Vê demê ez êşandim 15 Kasım 2021 15:37
- Nanê dijmin liser kaba wîye! 17 Eylül 2018 07:14
- PELQÎZAN 08 Ağustos 2018 08:23
- Rewşa Kurda û sazumanê Akp wê çava bin? 06 Temmuz 2018 09:08
- Êl yeman Beg yeman? 05 Nisan 2018 13:47
- Siz Kürtseniz Kürt olun. Bu ne Muğlaklı? 15 Ocak 2018 08:38
- Ew xewa şîrîn 28 Aralık 2017 11:03


