ŞÊR GUR Û ROVÎ
Li ser sîyaset û Geltûra Rojhilata Navîn, bi nav helbeste, lê watedare.
Ê ku fêm bikê ji sîyaset û bûyer û hewara, wê bi zanibin çi wara û çi mijar a? Kî xwe dixapînê û kî di kevê çalka ku bi destê xwe kolayî? Vê rêçê bi xwîne û bi feslîne, lê belê serê xwe jî di bere ne hejîne.
Şêr nexweş ket, gelek bi giranî,
Teba serdanê ê xwar û banî.
Rovî ji xwerê diger sera ser,
Hey ji Mîr nîne agahî û xeber.
Ewê zik reş adû pez, xaîn gur,
Çû gote: Şêr û fitna rovî kir.
Got: Tuyî Mîrê me teba Netew,
Rovî dibê: Wê bimirê, êdî hew.
Ew Şêrê bi heybet, bi sahw û sir,
Devê xwe vekir, ku: Tev werin vir.
Ku: kî heye bezek wekî kovî?
Bi lez û bez bakne ewî rovî.
Gur ku: Gelek jêhatî ezim gur,
Ha niha rovî bigrim, bînim vir.
Ku: Heydê gurê revînok yek gez,
Rovî rakêşe bîne vir bi lez.
Gur ji şêr re bû mirîd û sofî,
Bi jendirmekî kete dûv rovî.
Rovî dît li çol û li beyara,
Ji xwer dixwê çermik û mirara .
Gur bakir, wa rovîyê çav belek,
Li serê te bûye çerx û felek.
Tu ketî nava şaxwir û şikêr,
Ma tu nizanê nexweşe ew Şêr.
Rovî Ku: Heval gurê Dîlawer,
Tu zanê negîha min tu xeber.
Ku: Rovî tu çiqas bik hêre hêr,
Paraztin û îfada nakî xêr.
Me tev sûnd xwar bi yezdan û xwedan,
Bi tevahî biryara şenqa te dan.
Gur ku, heydê tu nemeşê bi lez,
Ezê te bi xir xirênim wek pez.
Rovî Ku, ser sera bira ser çava,
Bo te agahî damin mal ava.
Rovî ku: Temam min dawe fêm kir,
Lê xemnakê heta em herne wir.
Da pêşya rovî di lewkê ew gur,
Rovî da dûv gur tirî li ba kir.
Gîhan devê şikeftê bi ted bîr,
Gurê pîr ku, wa min anî ey Mîr.
Şêr ku: Rovîyê çermik xwer û pîs,
Boçî te serek nedemin xebîs?
Rovî ku, tu aqilî ser û bin,
Çiqas tiştek xweşik te gete, min.
Tu Paşa û Mîrê meyî her tim,
Tu sebir bik boçî ez nehatim.
Ev tev hatin ji gemyan û zozan,
Tev destevala, yek nanî derman.
Min sund xwaribû, bi pakî yezdan,
Ez bi ser Mîrde nayêm, bê derman.
Heta ku min derman dît û hal kir,
Bi lez hatim, bi rêde midît gur.
Şêr ku, raste te dermanê min dî,
Gidî ka bi lez bêje derman çî?
Ku: Min gelek xebat û tev ger kir,
Tebîb got, Derman çermê paqê gur.
Gur ku: Rovî gelek dikî lew lew,
Ev tiştên gotine tevî derew.
Rovî ji xwe dijmin û xaîne,
Ev tiştên gotin aslê wan nîne.
Rovî ku: Mîr êm bi serê te netew,
Min di amrê xwed nekirin derew.
Şêr ku, ka gur li erdê dirêşkin,
Çermê paqê wîna tevî jêkin!
Gur li erdê xistin melixandin,
Çermê lingê wî tev selixandin.
Paqê wî man hestî rût û tazî,
Gur dikir hewar qîrîn û gazî.
Rovî ku, de ka hinek xwê bînin,
Em birînê gur pê bi kewînin.
Qîrînê gur diçûn heta felek,
Kesek nikarê bêjê wisa nek.
Rovî ku, ê îşê wan fesadîna,
Çermê wan dibê dermanê birîna.
Bela tobe bik, her nav sofiya,
Bes bik zikreşî û gelaciya.
Yan bi xwîn dibîstanek siyasî,
Ji nûka her bike gilyê rovî.